Kilama Beko: “Gund û Bajarên Çadirî”

Nivîs: Mistefa Doğan

Fîlma “Kilamek ji bo Beko” di sala 1992yan de, bi destê Nizamettin Ariç hatiye kişandin. Fîlm, yekem fîlma metrajdirêj a bi Kurdî(Kurmancî) tê qebûlkirin. Herçiqas wekî fiction mekan Kurdistan be jî; Ariç ev fîlm, li Ermenistanê, li quntarê çiyayê Araratê kişandiye. Ji vê hêlê ve dişibe serpêhatiya kurtefîlma “Ax” a Kazim Öz. Öz jî xwestibû fîlma xwe li Dêrsimê bikşîne lê ji ber astengiyan neçar mabû ku li derdora Konyayê deverekê bikşîne û mekanekî fiction ava bike.

“Kilamek ji bo Beko”, bi sehneyeke li Ewropayê dest pê dike. Beko li ber çemekî ye. Li birayê xwe yê ku ew wenda kiriye difikre. Derhêner bi riya flashbackê çîroka Beko bi me dide zanîn û me dibe nav serpêhatiyên wî ku ew serpêhatiya bi hezaran Kurdî ye. Birayê Beko naxwaze here eskeriya Tirk bike û ji loma jî niyet kiriye ku berê xwe bide başûr. Wisa jî dike, jin û zarokê xwe emanetî Beko dike û diçe. Piştî demekê esker davêjin ser gund. Gund jî, gundeki Sirûcê ye û li ber sînor e. Esker li birayê Beko dipirsin, fêm dikin ku reviyaye, Beko jî dibin. Qomitan bi gundiyan re dipeyive, heqaretan li wan dike. Ji muxtêr dipirse; “çima kes naaxive?” Muxtar dibêje “Ew bi zimanê te nizanin.” Di dawiya fîlmê de em ê hîn bibin ku ew gund wê bê şewitandin.

Esker Beko dibin, di rê de derhêner dîmenên ku esker li newalekê, gule li gundiyekî direşînin nîşanî me dide. Bobelat e, qiyamet e…

Beko keysa xwe lê tîne û xwe ji eskeran xilas dike. Ber bi binxetê ve dibeze û ji çemê Ferêt derbas dike û ew jî wekî birayê xwe dihere wî aliye sînor. Di sehneyên aksiyonî yên vê qismê de liv û tevgerên kamerayê jî hêjayî pesinandinê ne.

Mefhûma sînor di vê fîlmê de jî li navenda çîrokê ye. Beko ji Rojava diçe Başûr, li wan malbatên ku ji şerê Îran û Iraqê reviyane û xwe spartine konan dibe mêvan. Beko hertim xeyala çûyîna Başûr dike. Li gorî wî “Ew der axa rizgarkirî” ye.

Derhêner li her 4 parçeyan, perîşaniya Kurdên mexdûrê şer û pevçûnan nîşanî me dide. Karekter ji bakur tê lê dibîne ku başûr jî di heman belengaziyê de ye. Kurd li hidûdê 4 dewletan “Di gund û bajarên çadirî de” belengaz bûne. Loma jî kilama Beko ev bi xwe ye ku Ciwan Haco bi awayekî muazem distrê: “Gund û Bajarên Çadirî.” Dema meriv van sehneyan dibîne rasterast ew stran tê bîra mirov:

“û xwisk û birayên min,
Dost û pismamên min,
Şîrmijên bi jiyanê şanebûyî,
Dayikên dilşikesti, bûkên nazdar.”

Ariç “Beko”yekî nû ava dike

Beko di sosyolojiya Kurdan de teqabulî resmekî xirab dike. Ew, temsîla xerabî, fesadî û nebaşiyê ye. Lê em dibînin ku Ariç di vir de “Beko”yekî nû ava dike. Bekoyê di vir de, miletperwer, dilovan û qenc e. Bi zarokên welatê xwe re dibe heval, ji wan re mamostetî heta berberiyê jî dike.

Hewce ye bê gotin ku ji hêla lîstikvaniyê de fîlm gelek qels e û wekî senaryo jî di fîlmê de problem gelek in. Ji hêla kontekste de jî fîlm pir baş nîn e lê ji ber ku çîrok “rastîn” e zêde nayê ber çavê mirov.

Nizamettin Ariç di “Kilamek ji bo Beko” de kamera xwe daniye orta welatekî û niştecihên wî welatî rolê “xwe” lîstine.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: