“Killers of the Flower Moon” derdikeve li pêşberî sînemahezan

Fîlmê derhênerê hoste Martin Scorsese yê “Killers of the Flower Moon” wê di demeke nêz de derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê ku ji bo fîlmê nû nîşandana yekem hat lidarxistin û gelek hate ecibandin.

Di “Killers of the Flower Moon” de Leonardo DiCaprio û Jesse Plemons weke serlîstikvan cih digirin û senaryoya fîlmê Eric Roth nivîsîye.

Li gorî nûçeya malpera Word of Reel‘ê yekem nîşandana fîlmê di hefteya dawî de hate lidarxistin û gelek hate ecibandin. Fîlmê “Killers of the Flower Moon” ji romana David Grannî ji bo perdeya sînemayê hatiye lê anîn û qala hin çermsorên ku zarokên xwe ji bo xwendinê şandine li Ewropayê dike. Di fîlmê de lîstikvanên navdar ên wekî; Leonardo DiCaprio, Jesse Plemons, Lily Gladstone, Robert De Niro, Brendan Fraser jî dilîzin.

Du sal berê ji fîlmê vîdyoyeke danasînê hatibû weşandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: