Kişandina Avatar 2yê dest pê kir
Wekî gelek fîlman kêşana fîlmê Avatar 2yê jî ji ber vîrusa coronayê hatibû paşxistin û hat ragihandin ku kişandina fîlmê li Zelendaya Nû ji nû ve dest pê kir.
Çêkerê fîlmê Avatar’ê Jon Landau, beşdarî li kanaleke radyoyê bû û li vir ragihand ku kêşana fîlmê Avatar 2’yê li Zelendaya Nû dest pê kir. Jon Landau, di hefteya borî de jî li ser hesabê xwe yê Instagramê eşkere kiribû ku kişandana fîlmê nû ya Avatar’ê dest pê dike.
https://instagram.com/jonplandau?igshid=1hmcv7y7ari9r
Fîlmê “Avatar” ji aliyê derhênerê navdar James Cameronî ve tê kişandin û senaryoya fîlmê James Cameron û Josh Friedman bi hev re nivîsandine. Dîroka vîzyonê ya fîlmê ji ber şewba koronayê sê caran hatibû paş ve xistin û hat ragihand ku fîlmê duyem ê Avatar’ê dê di 17’ê Berfanbara sala 2021’ê de bikeve vîzyonê. Fîlmên nû yên rêzeya Avatar’ê jî dê di mehên berfanbarên ên salên 2023, 2025 û 2027’ê de bikevin vîzyonê.
Fîlmê yekem ê ‘Avatar’ê di sala 2009’ê de derketibû li pêşberî sînemahezan û li seranserê cîhanê bi milyonanan temaşevanên sînemayê ve hatibû temaşe kirin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com