Kişandina fîlmê “Bêniştiman”ê temam bû
Derhênerê xelatgir ê kurd Tûric Eslanî kişandina fîlmê xwe yê bi navê “Bêniştiman/Landless”ê temam kir.
Hat ragihandin ku derhênerê xelatgir ê kurd Tûric Eslanî kişandina fîlmê xwe yê bi navê “Bêniştiman/Landless” temam kir.
Li gorî di malpera Basnewsê de cih digire, Tûric Eslanî (Touraj Aslani) kişandina fîlmê xwe yê seyêmin ê bi navê “Bêniştiman” temam kir û di fîlmê de gelek lîstikvanên ji Herêma Kurdistanê, Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê jî cih digirin.
Berpirsiyarê Çapemeniyê yê fîlmê “Bêniştiman/Landless”ê Mensûr Cîhanî daxûyaniyek da û eşkere kir ku kişandina fîlmê “Bêniştiman”ê temam bû û fîlm, li bajarên Silêmanî û Helepçeya Hêrema Kurdistana Iraqê hate kişandin.
Cîhanî ragihand ku di fîlmê “Bêniştiman”ê de gelek lîstikvanên sînemayê ji Herêma Kurdistanê, Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê jî dilîzin û diyalogên bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Farsî jî cih digirin.
Derhênerê dîmen ê xelatgir ê kurd Tûric Eslanî bi fîlmên xwe yên “Barhellgirîy Zêrr/Gold Runner û “Cîngo/ GINKGO” re tê naskirin û li Hêrema Kurdistanê, Hong Kongê, Koreya Başûrê û Hîndîstanê jî tê de, li bernameya gelek festîvalên fîlman xelat wergirtin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com