Kişandinên fîlmê duyem a Avatarê hat rawestandin

Ji ber nesaxiya Coronayê kişandinên fîlmê nû ya Avatarê weke demborî hat rawestandin û dema dîroka vîzyonê ya fîlmê jî tam diyar nîne.

Fîlmê duyem a Avatarê ku demeke dirêj e kişandinên wê didome, ji ber nesaxiya vîrusa Coronayê weke demborî hat rawestandin. Fîlmê nû ya Avatarê, ji aliyê James Cameron re li Zelandaya Nû hatibû kişandin, lê ji ber nexweşiya Coronayê, navber dane kişandinên fîlmê. Derhêner James Cameron û komên wî, kişandinên fîlmê nû ya Avatarê li studyoyên Wellingtonê jî berdewam kiriban.

Di produksiyona fîlmê nû ya Avatarê de Sam Worthington, Zoe Saldana, Sigourney Weaver, Stephen Lang, Kate Winslet, Cliff Cutis, Michelle Yeoh, Oona Chaplin, David Thewlis, Edie Falco ve Vin Diesel jî cih digirin. Avatar 2, di dîroka 17’ê meha Berfanbara 2021’ê de ketiba vîzyonê û vê gavê dema dîroka vîzyona a fîlmê jî tam diyar nîne. Fîlmê yekem a Avatarê di sala 2019’ê de hat kişandin û li seranserê cîhanê bi milyonan temaşevanên sînemayê ve hatibû temaşekirin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: