Kolektîfa Sînemayê “Avakino” avakirina xwe eşkere kirin.

Kolektîfa Fîlman a Avakino (Avakino Filmkolektiv) di dîroka 3’yê meha Cotmehê de li Hambûrga Almanyayê bi merasîmek avakirina xwe eşkere kirin.

Komeke Sînemavanan li Hambûrga Almanyayê hatin cem hev û bi navê “Kolektîfa Fîlman a Avakîno” saziyeke li ser hunera sînemayê vekirin. Kolektîfa Sînemayê Avakino di dîroka 3’yê meha Cotmehê de bi şahiyeke û bi eleqeyeke mezin avakirina xwe eşkere kir.

Endamên “Kolektîfa Fîlman a Avakino” diyar kir ku “Em dixwazin fîlmên nû çêbikin û sînemavanên nû perwerde bikin û em dixwazin sînemavanên din bînin cem hev.”

“Kolektîfa Fîlman a Avakino” diwaze ku bi sînemaya Kurdî û sînemayê Ewropyayê nêzîkî hev bike û xuttir bike, sazî ji bo xebatên arşîvkirina fîlmên Kurdî amade bike û ji bo fîlmên nû yên sînemayê muxalif peydakirina çavkanî û fon û dixwaze ku sînemayeke azadîxwaz biafirîne, hate avakirin.

Di şahiya saziya “Kolektîfa Fîlman a Avakino” de komên muzîkê Grup Cemre û Bandista konsereke dan û Derhênerê navdar Fatîh Akin jî bi performansa xwe ya DJ re beşdarî şeva çalakiyê bû. Di vekirina şevê de gelek saziyên sînemayê peyamên xwe yên piştgirîyê rêkirin. Çalakî heta saetên sibehê bi reqs û govendan berdewam kir.

Wêneyan: twitter.com/avakinoF

Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: