Kolektîfa Sînemayê “Avakino” hate avakirin
Kolektîfa Fîlman a Avakino (Avakino Filmkolektiv) di dîroka 3’yê meha Cotmehê de li Hambûrga Almanyayê bi merasîmek avakirina xwe eşkere kir.
Komeke sînemavanan li Hambûrga Almanyayê hatin cem hev û bi navê “Kolektîfa Fîlman a Avakîno” saziyeke li ser hunera sînemayê vekirin. Kolektîfa Sînemayê Avakino di dîroka 3’yê meha Cotmehê de bi şahiyeke û bi eleqeyeke mezin avakirina xwe eşkere kir.
Endamên “Kolektîfa Fîlman a Avakino” diyar kir ku “Em dixwazin fîlmên nû çêbikin û sînemavanên nû perwerde bikin û em dixwazin sînemavanên din bînin cem hev.”
“Kolektîfa Fîlman a Avakino” diwaze ku bi sînemaya Kurdî û sînemayê Ewropyayê nêzîkî hev bike û xuttir bike, sazî, xebatên arşîvkirina fîlmên Kurdî amade bike û ji bo fîlmên nû yên sînemayê muxalif peydakirina çavkanî û fon û bi armanca sînemayeke azadîxwaz biafirîne, hate avakirin.
Di şahiya saziya “Kolektîfa Fîlman a Avakino” de komên muzîkê Grup Cemre û Bandista konsereke dan. Derhênerê navdar Fatîh Akin jî bi performansa xwe ya DJ re beşdarî şeva çalakiyê bû. Di vekirina şevê de gelek saziyên sînemayê peyamên xwe yên piştgirîyê rêkirin. Çalakî heta saetên sibehê bi reqs û govendan berdewam kir.
Wêneyan: twitter.com/avakinoF
Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com