“Koma Wergera Fîlman ya Tirşikê” hate avakirin
Malpera parvekirina civakî ya Kurdî, www.tirsik.net’ê, komeke bi navê “Koma Wergera Fîlman ya Tirşikê” avakirin û têde wê 2 hefteya carekê jêrenivîsa fîlmekî bi Kurdî amade bikin û bigehînin temaşevanên sînemayê.
Malpera parvekirina civakî ya Kurdî, www.tirsik.net’ê komeke bi navê “Koma Wergera Fîlman ya Tirşikê” avakirin û di komê de, wê 2 hefteya carekî jêrenivîsa fîlmekî bi kurdî amade bikin û bigehînin temaşevanên sînemayê.
Di medyaya civakî ya Tirsik.net’ê de hat ragihandin ku, “Koma Wergera Fîlman ya Tirşikê” hate avakirin. ev kom wê 2 hefteya carekê fîlmekî bike mijara xwe û kesek ji komê jêrenivîsa fîlmê amade bike. Êdî hûn ê karibin fîlmên baş bi Kurdî temaşe bikin. Fîlma me ya ewil “Los Lunes al Sol” e.
https://twitter.com/tirsikvan/status/1228937862411956224/photo/1
Fîlma ewil ku ji aliyê “Koma Wergera Fîlman ya Tirşikê” ve weke jêrenivîsa bi kurdî hate amade kirin, “Los Lunes al Sol” e. Fîlm, ji aliyê Simurg ve hat amadekirin û temaşevanên sînemayê dikarin li ser li vê lînkê daxînin û temaşe bikin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com