Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) hate avakirin

Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) li Frensayê hate avakirin û dest bi xebatên xwe yên sînemayê kir. Komeleya nû dê beşdarî li çalakîyên sînemayê bibe, têkiliya sînemagerên Kurd û Fransî çêbike, piştgirîya sînemager û fîlmên Kurdî bike.*

KUSÎ-KURD’ê xebatên zimanî, çandî û hunerî kirin, panel, konferansên medya û sînemayê li dar xistin û kursên li ser rojnamegerîya Kurdî jî didan. Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) duhî li Frensayê bi awayekî fermî weke berdewama Komeleya Sînemager û Televîzyongerên Kurd (KUSÎ-KURD) dest bi xebatê kir ku di sala 2014ê de li Enqerê hate avakirin û piştî du salan hatibû girtin. Komeleya sînemayê li ser hesabê xwe yê twitterê bang li sînemahezan kir, “Me tenê mehêlin.”

Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê (KOSÎ) ji alîyê 3 damezrîner û 7 beşdaran ve hatiye avakirin.

Hesabê twitterê yê Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê:

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir