Konsera Koma “Heray” / Wan (2016)

Koma muzîka Kurdî “Heray” ji 5 Jinên Kurdên Herêma Xorasanê pêk tê û di van salên dawî de bi peyv û newayên kilamên xwe yên resen û balkêş û herêmî ve tê naskirin. Heray, li gelek dever û bajarên cîhanê beşdarî li bernameyên festîvalan dibin û konseran didin.

Herêma Xorasanê weke bawerî Yarsanî (Kakeyî, Ehlê Heq, Şiî)* ne û ritûel, çand û jiyanên wan nêzîkî bawerîya Elewîtîyê ye. Xorasan ji gelek aliyan herêmeke dewlemend e û li ser cîhanê bi wêje, xalîçe (mafir), muzîk û hwd. xwe ve tê zanîn û di van salên dawî de ji aliyê lêkolîner û nivîskar û akamîsyenan ve li ser çand, jiyan û muzîka Kurdên Xorasanê gelek lêkolînan têne kirin.

Koma muzîka Kurdî “Heray” wekî hunermendên din ên Herêma Xorasanê; Yalda Abbasî, Kayhan Kelhor û Sîma Bîna li ser cîhanê gelek tê naskirin. Koma Heray di meha Cotmeha sala 2016’ê di çarçoveya bernameya 3’yemîn Festîvala Fîlman a Axtamara ya Wanê de konserek dabûn û kilamên xwe yên herêmî û resen gotibûn.

Çavkanî: https://ku.m.wiktionary.org/wiki/yarsan%C3%AE

Nivîs: Rûmet Med

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir