Kovara Dilopê: Em di deryaya çand û hûnera kurdî de dilopek in

Hevpeyvîn: Gönül Gün

 “Kovara Dilopê: Em di deryaya çand û hûnera kurdî de dilopek in”

 Kovara Dilop yek ji wan kovaran e ku cihê xwe di weşangeriyê de girtiye. Dilop bi kurdî û tirkî weşana xwe dike û du mehê carekê tê weşandin. Kovar li ser mijarên edebîyat, hûner, dîrok û polîtîkayê weşana xwe dike. Berpirsên Dilopê, kovarê wekî ku ‘di deryaya çand û hûnera kurdî de dilopek in’ pênase dikin. Me li ser Dilop û amadekirina kovarê û weşangeriya kurdî axivî.

 Kovara Dilop piştî kovara Tîrojê dest bi weşana xwe kir. Gelo ji bo we zehmetîyên vê rewşê çi bû. Dikarin behsa wê qonaxê bikin?

Malûm e Tîroj, di sala 2016an de di meha mijdarê de piştî hewldana darbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê, bi biryarnameyeke dewleta Tirkiyeyê hate girtin. Wekî xwînerên me jî bibîr tînin hingê gelekî biryarname hatin derxistin bi dest hukûmeta AKPyê û bi wan biryarnameyan gelekî sazî û dezgeh hatin girtin li bakur û li Tirkiyeyê.

Em ji bo weşandina Kovara Dilopê heya newroza 2018an sekinîn. Çimkî her diçû zext û zordariya dewletê zêde dibû meriv pêşiya xwe nedidît. Îja ne ku di 2018an de rewş xweş bû. Me got her çawa be jî divê em dest pê bikin û me dest bi weşandina Dilopê kir. Zehmetiyên wê gelek bûn û ya rast hêna jî ew zehmetî berdewam in. Bikî nekî gava siyaset aloz be bandor li weşangeriyê dike. Gelekî nivîskar neçar man ku biçin Ewropayê, gelekî meriv bêkar man, gelekî meriv ketin hepsan. Wekî min got sazî û dezgeh hatin girtin, şaredarî ji dest kurdan hatin derxistin bi darê zorê filan û bêvan. Ev di warê belavkariyê de jî, di warê lêkirina gotaran de jî, çi zanim di gelek waran de tesîreke neyînî li Dilopê dike weke hemû kovar û weşanxaneyan.

 Navê kovarê, Dilop e û kovar bi du zimanan weşana xwe dike. Dilop dixwaze çi peyamê bigihîne xwîneran?

Navê wê Dilop e çimkî di deryaya çand û hunera kurdî de dilopek e. Yanê gelek kes, sazî û derdor kar û barên edebî, hûnerî, çandî dikin û hemû bi hev re dibin deryayek. Her xebatek dilopek e di vê deryayê de. Em jî xwe wisa dibînin. Ne hewce ye meriv xwe mezin bike. Qasê ku ji destê me hat em ê jî bi vî awayî wezîfeyê xwe bi cî bînin.

Îja ez bêm ser meseleya du zimaniyê… Hin kes îtîrazan dikin û dibêjin madem li ser çand û hûnera kurdan weşanê dike divê tenê bi kurdî be. Helbet ev hesasiyeteke girîng e, ez vê yekê fêmdikim bes me ji du zimaniyê armanc ew e kesên ku bi kurdî nizanin jî hinekî çand û hûnera kurdan bibînin. Yanê çand û hûnera kurdan li derdorê jî bê hînbûn. Tişteke dî; mixabin li bakur jî gelek kes bi kurdî nizanin. Lê hin ji wan jî bi çand û hûnerê ve eleqedar in. Gava bi du zimanan be hingê piçekî ev jî dê pêk werin.

 Di kovara Dilopê de bi kurdî- tirkî mijarên li ser edebîyat, hûner, dîrok cure nîvis tên weşandin. Dilop çawa ji bo çapê tê amadekirin?

Em du mehan carekê diweşînin kovarê. We kêm got; em li ser polîtîkayê jî weşanê dikin. Çimkî li gorî me çand, edebiyat, hûner, dîrok û hwd. ji polîtîkayê cihê nînin. Hela ku mesele kurd bin…

Di her hejmarê de dosyeyek heye. Dosye kêm zêde ji sisêyan yekê kovarê ye. Em weke ekîba kovarê bi hev dişêwirin û bi hev re biryara dosyeyê didin. Piştî ku me biryar da vêca em haziriya wê dikin. Yan em çend kesên pispor tînin ba hev û ew li ser meseleyê sohbet dikin, em jî dengê wan qeyd dikin û deşîfrasyona wê diweşînin; yan em du sê hevpeyvînên cuda dikin ser meseleyê û wan diweşînin; yan em ji çend kesan gotar dixwazin û bi hev re diweşînin filan û bêvan. Welhasil em haziriya mijarê jî û ya şiklê dosyeyê jî dikin. Dosye wisa… Îja gotar, çîrok, helbest hwd. bi dosyeyê ve eleqeya xwe tune ne. Hin nivîskarên me yên hêja hene ku ev demek e ji me re dinivîsin. Gava nivîskar berdewam binivîsin helbet karê me hêsantir dibe. Lê helbet ev kêm kes in.

Min got nizanim bêjim an nebêjim lê ne hewce ye veşêrim, ez ê bêjim; bi ya min çewtiyek heye di wê prosesê de. Çewtiyek çawa? Bi ya min bêyî lava û bergeriyên edîtoryaya kovarekê divê nivîs bêne bo kovarê. Lê yê me îlle divê em li pey bigerin. Herhal hê xwendina kovaran li cem me negihaye asteke biqîmet loma. Yanê ez ji hin kovarên bi tirkî zanim, bêyî ku ew bixwazin nivîs tên ber destê wan. Hingî nivîs gelek in hin ji wan bi mehan radiwestînin. Berovajî me ye yanê û bi ya min meriv nikare rewşa me bi zext û zordariyên li ser kurdî rave bike. Nizanim kovarên kurdî yên dî jî wisa ne ya na. Ez jî meraq dikim.

 Dema naveroka kovara Dilopê tê amadekirin bi taybet ji bo beşa kurdî bê weşandin hin cure nivîsan li ber çavan digirin?

Hin cudahiyên beşa kurdî û tirkî hene. Bila şaş neyê famkirin kovar weke du beşan nîne. Heta ji destê me tê em nivîsên bi kurdî û tirkî dor bi dor li pey hev rêz dikin. Yanê yek bi kurdî, yek bi tirkî. Helbet heta em karibin. Îja cudahiyên yên bi kurdî hene. Mesela em çîrok û helbestên bi tirkî naweşînin. Çîrok û helbest bi tenê kurdî ne.

Weke din, dîsa heta ji destê me bê, em dixwazin ji gelek babetan bin nivîs; muzîk, sînema, dîrok, resm, çîrok, helbest hwd. Ligel van helbet krîterên etîk jî hene; gotarên ku nijadperestî û zayendperestiyê di xwe de dihewînin, heqaret li kesekî/ê dikin em naweşînin.

 Gava xwîner bixwazin nîvisên xwe di Dilopê de biweşînin ev yek çawa çêdibe. Li gorî kîjan rê û rêbazê nîvis tên bijartin?

Dê nivîsên xwe ser maîlê bişînin. Piştî ku nivîs hat em weke ekîba kovarê dixwînin û biryara weşanê didin. Heke ne di asta weşandine de be em ji xwediya/ê nivîsê re dibêjin ku em nikarin biweşînin.

Tiştekî girîng hate bîra min; wan rojan hevalekî min digot divê êdî li zankoyan derbarê nivîsandina maîlan de ders bêne dayîn. Heqet jî kêmasiyeke me yî mezin heye di vî warî de. Carna tu mêze dikî maîlek hatiye bo kovarê. Canikê yan camêr rabûye hema wisa helbestê li maîlê nivîsiye û hew. Yaw ma ne silavek, ne daxwazek nivîsiye; ne xwe nasandiye; ne helbesta xwe kiriye Word… Ez ecêb dimînim.

 Gelek caran em dibihîsin ku weşanên kurdî têra xwe nayên xwendin. Her çendî kovara we bi du zimanê weşan bike jî gelo hûn eleqeya xwîneran çawa dibînin bo kovara Dilopê?

Mixabin kêm e û weke min berê jî got ev bi tena serê xwe rewşa xirab a kurdî nayê ravekirin. Herê li bakur rêjeya xwînerên kurdî gelekî kêm e lê pê re xwendin û şopandina kovaran hîn kêmtir e. Em weke Weşanên Sor jî vê tecrûbe dikin. Herê firotina kitêban jî kêm e lê ji kovarê baştir e.

 Cure kovarên kurdî tên weşandin. Li gorî we weşangeriya kurdî di çi rewşê de ye û hûn vê rewşa heyî çawa dibînin?

Di warê belavkariyê de jixwe problem hebûn. Bi ser de jî par kaxiz gelekî biha bû ji ber dolarê. Ser wê de jî ji ber COVID-19ê bazar yekcar sekinî. Ji bo îsal hêviya me fûara Amedê ye ku dê payîzê li dar bikeve. Par qedera 175 hezar meriv hatin fûarê weşanxaneyên kurdan gelekî kitêb firotin. Heke dîsa wisa be belkî îsal piçekî pişta me rast bibe. Lê helbet dahatûya weşanxaneyên kurdan jî bi siyasetê ve girêdayî ye. Malûm e, li gelekî şaredariyan qeyyûm hatin tayîn kirin. Erê, divê ji ber sekna bîst salên borî ya şaredariyên kurdan bê rexnekirin, gelekî kêmaniyên wan hebûn. Karibûn ji bo meseleya ziman, ji bo weşanxaneyan derfetên qenc dabîn bikirana, bes nekirin. Lê dîsa jî di vê tunebûnê de dê kêm zêde feydeya wan bigiha weşanxaneyan. Li Tirkiyeyê jî him ji aliyê aborî, him ji aliyê siyasî ve krîzek heye. Ka hela çawa dibe… Bivê nevê bandor li weşanxaneyên kurdan jî dike.

 Di weşangeriya kurdî de gelek caran behsa hin zehmetîyên aborîyê tê kirin. Gelo ji bo we di çapkirina Dilopê de zehmetî çi ne?

Tiştên ku min ji bo weşanxaneyan got ji bo Dilopê jî derbasdar in; wekî min got gava kaxiz biha be, gava firotin kêm be, gava destekkerên me tune bin hal yeman e. Em ti pere ji kovarê qezenc nakin. Lê em dixwazin berdewam bikin.

Herî dawî dixwazin çi bibêjin, kerem bikin.

Spasiya we dikim ji bo hevpeyvînê…

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: