Kovara “PolitikART” bi hejmara ‘Awirek Li Sînemaya Kurdî’ derket
Kovara 3 Heftane ya Wêje, Huner û Ramanê “PolitikART” bi hejmara ‘Awirek Li Sînemaya Kurdî’ derket.
Di van rojan de, gelek hejmarên kovarên çand û hunerê yên bi Kurdî bi mijarên dosyeyên ku li ser sînemaya Kurdî û sînemaya cîhanê hatine amadekirin, derdikevin li pêşberî xwendevanên xwe. Kovara 3 Heftane ya Wêje, Huner û Ramanê “PolitikART” jî hejmareke li ser sînemaya Kurdî amadekirine.
“PolitikART” sê hefteyan carekê derdikeve û hejmara nû ya kovarê bi hejmara mijara ‘Awirek Li Sînemaya Kurdî’ derket li pêşberî temaşevanên xwe. Di naveroka hejmara 281’a kovarê de nivîsên ku bi sernavên “Kengî kamera bi teknîka serketî dizane?”, “Di sînemaya Kurdan de karakterên jin”, “Sînemaya Kurdî divê ileh û bivênevê bi Kurdî be”, “Di sînemaya Kurdî de îmaja self-kolonyalîst”, “Kurd di sînemaya de û sînemaya Kurdî”, Di sînemaya Tirkan de Kurd” û “Nirxandina li ser dîwana Dilavî” re hatine amadekirin cih digirin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com