Kovara “Psychology Kurdî” bi hejmara xwe ya nû derket li pêşberî xwendevanên xwe

Hejmara 17emîn a Kovara Derûnnasiyê “Psychology Kurdî” bi mijara dosyeya ‘Stres’ê derket li pêşberî xwendevanan. Di rûpelên hejmara nû ya kovarê de derûnnas Fatma Zehra Gemî nivîseke bi sernavê “Analîza Fîlmê Birayên Leyla di Çarçoveya Stresê de” amade kiriye.

“Psychology Kurdî” di ban banê Weşanxaneya Avestayê de weşana xwe didomîne û bi edîtoriya Abdulsittar Özmen, Siyabend Aslan, Samed Doğan, Leyla Turhan û Gulperî Gunduz ve çar mehan carekê tê weşandin. Kovarê di sala 2016ê de dest bi weşanê kir û bi hejmara nû re ket 8 salîya xwe.

Nevoroka hejmara nû ya “Psychology Kurdî”: 

Stresa Girêdayî Hevdîtinan a bi Wan Kesan re ku Piştî Şer, Komkujî yan jî Bûyerên din ên Ekstrem Trawmatîze Bûne / Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan Kızılhan. Wergera ji îngilîzî: Bîlal Oztunç

Stres bi Awayekî Berfireh / Psîkiyatrîst Azad Dildar

Hevpeyvîn bi Prof. Dr. Hamid Boztaş re / Wergera ji tirkî: Aydin Rengîn

Stresê Azmun Domanan Sero Senê Probleman Kenê ya Şêwirmendê Derûnî / Erdal Gul

Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê û Xizmeta Civakî Pispora Xizmeta Civakî / Gulperî Gunduz

Nexweşiya Serdema Nûjen: Stresa Dîjîtal Şêwirmendê Derûnî / Enver Îleri

Stresa Mêtînbûnê: Xwebûn an jî Jixwerevîn / Derûnnas Hoşeng Nizarî

Analîza Fîlmê Birayên Leyla di Çarçoveya Stresê de / Derûnnas Fatma Zehra Gemî

Rola Hezkirin û Lîstikê li ser Stresa Zarokan / Şêwirmenda Derûnî Gulbeyaz Bozan û Şêwirmendê Derûnî Elîxan Bozan

Stresa Takekesên Astengdar û Malbatên Wan Mamosteyê Perwerdehiya Taybet / Wehab Şehîn

Gengaziya Têkiliya Frenolojiyê li ser Sînorên Polonya û Ewropayê / Derûnnas Yusuf Sîyahtaş

Gelo Dîtin û Gotin Dibe Yek? Derbarê Terapiya Şahidiyê Çend Çavdêrî û Pêşniyazek Pisporê Xizmeta Civakî / Serkan Delîdere

Derûnnasiya Fêrbûnê / Derûnnas Ceng Yîgît

Dahûrîna Bergiriyê / Derûnnas Mehmet Alî Erol

“Derûnnasî” wekî Stratejiyeke Kedîkirinê / Barış Ozkul. Wergera ji tirkî: Abdulsittar Ozmen

Pirs û Bersiv bi Firat Cewerî re

Termên Derûnnasiyê / Psychology KURDÎ

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir