Kovara sînemayê “Altyazi” jî xatir xwest
Bi giştî weşangeriya çapkirî di nav rewşeke giran de ye. Rojname, kovar bi vî rengî ne û hin ji wan bi mecbûrî dawî li weşana xwe tînin. Niha kovara Altyazi jî li wan zêde bû.
Kovara Altyazi ev 21 sal bûn li ser sînemayê weşana xwe didomand. Kovara bi tirkî di sala 2020’î de ji ber pandemiyê û rewşa aboriyê dawî li weşana xwe ya çapkirî anî bû û diyar kiribû ku dê wekî dîjîtal mehane bidome. Heta niha wekî mehane bi awayê dîjîtal dom kir jî, lê niha ji ber rewşa aborî dest ji vê jî berda.
Altyazi bi ser hesabê xwe yê twitterê re peyamek belav kir û got, “Di vê serdema zehmet de em li rêyek digerin ku xwe li mercên heyî bînin.” Kovarê got ku ewê weşana xwe ya peryodîk bi temamî rawestînin lê carinan wekî hejmarên taybet derkevin.
Li aliyê din diyar kirine ku dê hesabên wan ê dîjîtal parvekirinan bike, aboneyên wan ên 21 salan jî dê bikaribin xwe bigihînin hejmarên wan ên berê.
Çavkanî: Diyarname