Kovareke nû ya bi Kurdî “Bernamegeh” dest bi weşanê kir
Kovareke nû ya bi Kurdî, “Bernamegeh” bi dirûşmê ‘Dergehê Kurd û Kurdewariyê’ dest bi weşanê kir û bi hejmara xwe ya yekem derket li pêşberî xwîneran. Hejmara yekem a kovara “Bernamegeh”ê weke formata pdf hat weşandin û di rûpelên kovarê de; gelek nivîs, hevpeyvîn, gotar ên ku li ser gelek beş û mijaran hatine amadekirin cih digirin.
Di van rojên şewba koronayê de, gelek kovar û fanzîn an navber didin weşanên xwe an jî hejmarên xwe weke formata elektronîk/pdf diweşînin. Di van rojan de, kovareke nû ya bi Kurdî “Bernamegeh” jî dest bi weşanê kir û derket li pêşberî xwîneran. Hejmara yekem a kovara çand-huner û jiyanê “Bernamegeh”ê weke formata pdf derket û di rûpelên kovarê de; gelek nivîs, hevpeyvîn, gotar ên ku li ser gelek beş û mijarên cûr bi cûr hatine amadekirin cih digirin. Di vê hejmara kovarê de, nivîseke ku li ser sînema û fîlmên derhênerê navdar ê Polonî Krzysztof Kieslowskiyî hatiye nivîsandin jî hate weşandin.
Koordinatorê Giştê yê Kovara Bernamegehê helbestvan û nivîskarê kurd Occo Mahabad e û edîtoriya kovarê jî Mihemed Keskîn û Cîhan Soylû dikin. Qapax, rûpelsaxî û Dîzayna hejmara yekemê Rezan Kaya çêkirine.
Xwendevan dikarin hejmara yekem a kovara bi Kurdî “Bernamegeh”ê ji vê lînkê bixwînin:
Ji bo agahî û têkilî: bernamegeh@gmail.com * https://www.bernamegeh.org/
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com