Kurtebelgefîlmê “Be Katî Jiyan” ji Yewnanistanê xelat girt
Kurtebelgefîlmê derhênerê kurd Hawar Rehîmî yê “Be Katî Jiyan” rêwîtîya xwe ya festîvalan didomîne û ji beşa ‘Short and Green’ê ya 46emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Dramayê (Yewnanistan) “Xelata Jurîyê” girt. Kurtebelgefîlm, bi çêkerîya Hawar Rehîmî û Rêtaw Fîlmê ve hate kêşandin.
Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Dramayê îsal cara 46emîn di rojên 4-10ê Îlonê de li dar ket û ji 41 welatên cîhanê bi tevahî 182 fîlm derketin li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com