Kurtebelgefîlmên “Fragmanên Behrê” li ser jiyan û pirsgirêkên xwezaya Golên Wanê disekinin
Rêzebelgefîlma “Fragmanên Behrê” ji aliyê KINOVANê ve têne kişandin, li ser jiyan û pirsgirêkên xwezayên Behra Wanê û behrên din ên derdora wê disekine ku bi taybetî jî têkiliya mirovan bi hawîrdora xwe re bi Kurdî û bi Tirkî tînin li ber ekranê. Ji belgefîlma dawî ya ya bi navê “Göl Fragmanları III” (Fragmanên Behrê III) fragmana danasînê parvekirin.
Yekem belgefîlma “Göl Fragmanları” (Fragmanên Golê) di Berfanbara 2020ê de hate weşandin û ji belgefîlma dawî ya bi navê “Göl Fragmanları III” (Fragmanên Behrê III) fragmana danasînê di 3yê Rêbandana 2023yê de li ser kanala Youtubeê ya KINOVANê parvekirin. Platforma KINOVANê ji bilî “Fragmanên Behrê” heta niha hin belgefîlmên din jî kişandine û bi navê “Van Gölü İnsanları” (Mirovên Behra Wanê), “Pedalcılar” (Pedalvan), “İskele’nin Feryadı” (Qîrîna Lengergehê) û “Sırtını Göle Dönen Şehir” (Bajarê ku Pişta Xwe Dide Golê) li ser Youtubeê weşandine.
Di her beşê de, xwezaya golên herêma Wanê bi dîmenên resen û herikbar didin nasandin û ligel hemwelatîyên Wanê li ser rewş û pirsgirêkên xwezaya Wanê diaxivin. Bajarê Wanê ji aliyê çand, xweza, dîrok û hunerê ve herêmekî dewlemend e, Gola Qelqelîyê, Gola Arçekê û Gola Keşîşê li derdora herêma Gola Wanê cî digirin.
Platforma KINOVANê belgefîlmên xwe bi piştgirîya Yekîtiya Ewropayê, Sîvîl Duşun ve bi awayekî kolektîv dikişînin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com