Kurtefîlma “Hazirîyek Bo Derengmayînê” hate weşandin!
Kurtefîlma “Hazirîyek Bo Derengmayînê” ya Derhênerê Kurd Aram Dildarê, ji platorma Vimeoyê hate weşandin.
Kurtefîlma “Hazirîyek Bo Derengmayînê”, li Festîvala Navdewletî ya Kurtefilman a Moskowê (Moscow Shortê) û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Lakecityê jî te de ne, di bernameyên gelek Festîvalên Fîlman de hate nîşandan û xelat wergirtin.
Sînopsîs: Selîm ajokariya texsîyê dike, lê texsîya wî gelekî kevn e û kes lê siwar nabe. Selîm bi bavê xwe re dijî. Rojekê dibihîze ku ger li malê yekî pîr û muhtacî alikariyê hebe dikarin alikariyê bistîne û heke bixwazin dikarin bi erzanî erebeyan bikirin. Lê bavê Selîm ne nexweş e. Divê nexweşiyekê jê re peyda bikin da ku ji rewşa xirab a aborî xilas bibin. (Çavkanî: Perûkoka “Festîvala Fîlmên Kurd ya Stenbolê”)
Ji bo agahî: http://www.kameraarkasi.org/yonetmenler/aramdildar.html
Nûçe: Sînemaya Serbixwe