Kurtefîlma “Nêrgiza Pêncem” li Sanfransiskoyê bête nîşandayîn

Kurtefîlma bi kurdî “Nêrgiza Pêncem” ya derhênerê ciwan Serkewt Nîkdilî, di dîroka 19ê Îlonê de li 13yemîn Festîvala Fîlmên Îranê ya Sanfransiskoya DYAyê bête nîşandan. Di çarçoveya bernameya festîvalê de, di navbera dîrokên 19-20ê meha Îlonê de gelek fîlmên dirêj, anîmasyon, kurtefîlm û belgefîlm bêne nîşandayîn.

Kurtefîlma “Nêrgiza Pêncem” di dîroka 22yê meha Gelawêjê de ji bo bernameya 19emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Villammare a Îtalyayê hatibû hilbijartin. Derhêner û senarîstê kurtefîlmê “”Nêrgiza Pêncem”ê Serkewt Nîkdil ji bajarê Merîwanê ye û heta niha 4 kurtefîlm kişandine. Kurtefîlm qala lawikêkî dike ku li ser rêye Gula Nêrgizê difiroşe. Di kurtefîlmê de derênera dîmenê : Perwîz Rostemî ye û tê de Arya Azix, Sedef Kerîmî, Casim Kerîmî, Hûrî Lutifî dilîzin. Kurtefîlmê “Nêrgiza Pêncem” ji aliyê Komîna Rêtaw ve hatiye bilav kirin û dengên kurtefîlmê Mesab Ebassî hilgirtiye.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: