Kurtefîlma “Nikilê Qirikê yê Xepirî” û Mirina Xwebûnê

Omer Ferhat Ozmen, kurtefîlma xwe ya bi navê “Nikilê Qirikê yê Xepirî”,di sala 2018an de kişandiye û fîlm 14 deqe ne.

Karektera sereke ya kurtefilmê dayikek e (ji hêla temen ve, ji karekterên fîlmên “Rêç”, “Zimisto Vejîyo” û “Klama Dayika Min” ciwantir e). Dayik ligel kurê xwe di malekê de dijîn. Dayikê ji welatê xwe, bi xwe ra penîr aniye lê penêrê wê wenda bûye. Ji bo dîtina penîrê xwe çend caran bi kurê xwe re diçe otogarê, li aliyê din jî, jib o penîrê wê yê din di dolabê de xira nebe, dayik dixwaze dolika penîrê xwe bixe binê axê. Çîroka Nikilê Qirikê yê Xepirî, xwe li ser binaxkirina penîr ava dike. Di struktura wê de jî ev daxwaza dayikê heye.

Ez nizanim çawa bibêjim; ji aliyekî ve çîroka kurtefîlmê ji min re biproblem hat. Çima? Ma qey dayikên me hemû derd û meseleyên xwe safî kirinê, tenê derd û kulên wan binaxkirina penêrê ye? Bersiva vê pirsê bila ji nivîs û gotarên din re bimîne. Bi riya kontekseka din, ez dixwazim li ser kurtefîlmê çend gotinan bikim.

Ev daxwaza binaxkirina penîr, di nava wê û kurê wê de dibe krîz. Mala wan di nava sîteyekê de ye, dayîk dixwaze penîr, li baxçeyê sîteyê û li erseyek vala, binax bike lê daxwaza wê naçe serî. Di sîteyê de ewlekar, di erseyê de jî polîs nahêlin. Serê sibeyekê, dayik, penîrê marketan ên ku kurê wê ji marketab kiriye, diavêje çopê û malê terk dike. Pişt re em dayikê, di sehneyeke dirêj de dibînin. Li nav kuçe û kolanên Stenbolê dimeşe. (Çend sehneyên wekî vê, di “Klama Dayîka Min” de jî hêbûn). Ev sehne ji min re gelek bê-eleqe, bêwate û absûrd tên. Ma qey ji wan re jî wisa nayê? Bê tirs û xof, gera pîr û dayikên me ya li Stenbolê ji wan re jî bê-elaqe nayê? Gelo bi van sehneyan, derhêner dixwazin çi nîşanî me bidin? Bi min, ji bo nîşandayîna Stenbolê, bedenê karekteran wekî obje tên bikaranîn.

Di kurtefîlmê de, diyardeyên ku xwe herî zêde dixin nav çavên me modernîte; dinya û jiyana kapîtalîst û tradîsyonî ne. Însanek di nava modern û tradîsyonê de maye; krîza di vê arafê de û ya di modernîteyê de, gelo tradîsyon çawa dê xwe biparêze? Kurtefîlm herî zêde li pey vê bersivê ye. Penîra welêt temsîla tradîsyonî ye, kurê wê yê ku ji dayîka xwe dixwaze ku dev ji vê daxwaza xwe berde; veqetandina ji tradîsyonê temsîl dike. Krîza di nabeyna dayik û kurê wê jî,  pevçûna modernîte û tradîsyonê sembolîze dike û nîşanî me dide.

Di sînemaya kurdî ya Bakur de, ez nizanim gelo çawa bê pênase û têgehkirin, kategorîyeke filman û kurtefîlman derketiye. Di struktura wan fîlm û kurtefîlman de û problematikê ku ew xwe li ser ava veguherandina mekanî heye. Sedema vê jî koçberî ye. Ger mekan nehatana guherandin ev fîlm jî dê nehatana çêkirin. Mekanê van berheman, ne bajar û bajarokên Bakurî ne, metropol û bajarên tirkan in. Di van berheman de krîza hewldan û qetandina xwebûnê heye. Mijarên wan jî hema hema wekî hev in lêbelê nêzikbûna wan a bi xwebûnê re tê guherandin. Him pêwistiya xwendineke muqayesî li ser vê guherandinê heye, him jî ji vir xwendineke gelek balkêş derdikeve.

Wekî filmên “Rêç” û “Kilama Dayika Min” û kurtefilma “Zimisto Vejiyo” ev film jî di nava vê kategoriyê bû. Nêzikbûna wan a bi xwebûnê re ew e ku; Serkarekterên her sê berheman jî, jinên pîr in; li ber mirinê, ji kurên xwe  dixwazin ku wan bibin axa kal û bavan, li welatê xwe, li xwe vegerin!… Karekterên “Rêç”ê û “Zimisto Vejîyo”yê digihîjin xwebûna xwe, axa xwe. Karektera “Kilama Dayika Min”, çiqas hewl dide jî, nagihê xwebûna xwe.

Herî dawî dema ku min kurtefîlma Omer Ferhat Ozmen a bi navê “Nikilê Qirikê yê Xepirî” temaşe kir; min ferq kir ku ev kurtefilm jî di nava vê kategoriyê de ye. Lebêle ji hêla nêzikbûna xwebûnê ra ciyawazî û ferqa vê kurtefîlmê heye!..

Em dikarin bibêjin ku di kurtefîlmê de, hewldana îndirekt, dewamkirina xwebûnê heye lêbelê krîza xwegihandina xwebûnê; welatê xwe tune ye. Ji bo ciyawazî û ferqa vê kurtefîlmê; em dikarin bibêjin ku ev kurtefîlm ji binî re qetandin û mirina xwebûnê nîşanî me dide.

Di navbera xwebûn û tradîsyonê de têkiliyeke çawa heye? Xwebûn, çawa jihevtemamkirina ji ax û zimên pêk tê. Berdewamiya xwebûnê bi tradîsyonê re çêdibe. Tradîsyon, xwebûnê sax û zindî dihêle. Dema ku xwebûn, ji axê veteqiya, tê wê wateyê ku ji nava tradîsyona xwe derketiye lê bê tradîsyon dikare hata cihekî berdewamiya hebûna xwe bike. Ji bo dewamiya xwebûnê lazim e tradîsyoneke nû pêk bê. Ne ku, tradîsyona nû pêk nehat, xwebûn jî dimire, tune dibe.

Em dikarin, têkiliya dayikê ya bi penîrê welêt re û daxwaza wê ya binaxkirina penîr, wekî berdewamkirina xwebûnê pênase bikin. Lêbelê dawîtirîn sehneya filmê, mirina xwebûnê nîşanî me dide. Di nav xirecira Stenbolê de, em dibînîn ku gera dayikê li nav goristanekê diqede. Dayik dest bi kolandina çalekê dike, penîrê welêt li vê çalê bin ax dike. Goristan, mirina xwebûnê sembolîze dike û entegrasyon û helandinê nîşanî me dide.

Omer Ferhat Ozmen 27, derhênerê “Rêç”ê, Tayfur Aydın 36, derhênerê “Kilama Dayîka Min”, Erol Mîntaş 37 salî ye.  Heke Erol Mîntaş û Tayfur Aydın nifşê X’yê bin, Omer Ferhat Ozmen jî nifşê Y’yê ye. Nifşên van derhêneran, têkiliya wan a bi xwebûnê re nîşanî me dide. Gelo di filmeke derhênerekî/e Kurd ê nifşê Z’yê de, krîz, pevçûn, nêzikbûn û têkiliya wî/wê ya bi xwebûnê re dê çawa bibe?

Nivîs: Welat Ramînazad

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: