Kurtefilma “Pepûk”ê û Ji Nû Ve Nivîsandina Çîroka Pepûkê

Nivîs: Welat Ramînazad

– Pepo! Keko!
Kamî kişt? Mi kişt!
Kamî şut? Mi şut!
Pepo! Keko!

Ozkan Kuçuk di sala 2013ê de kurtefilma xwe ya bi navê “Pepûk” kişandîye û 18ê deqe ye. Ji berî de jî çend belgefilm, kurtefilm û xebatên wî din jî hene. Niha jî hewl dide ku filma xwe ya bi navê Rojbash bikêşe.

Kurtefilmê li Sur Amedê derbaz dibe. Şîlan, birayê wî Azad û dayika xwe di hêman malê de dijîn, bav jî di girtîgehê de ye. Şîlan diçe dibistanê. Derengîya şevê de Azad tê odeyê, dibîne ku Şîlan hêj ders dixebite. Şîlan ji birayê xwe ra dibêje, “ez sipartek amedê dikim, siparteka min jî çîroka Pepûkê ye.” Ji Azadî re dest bi vegotina çîroka Pepûkê dike…

Yek jî evîndarê Şîlanê heye. Bi huneran evîna xwe nîşan dide. Li ser dîwaran hem ji bo Şîlanê resiman xêz dike û hem nivîsan dinivîse hem jî govend digire!…

Rojê ku dayik ji bo serdanê diçe li girtîhe, evîndarê Şîlanê hewl dide ku lênûskek bide Şîlanê lê Azad wan di ser de digire. Hêrs dibê. Naxwaze bawerîye Şîlanê bike!… Ji Şîlanê ra dibêje, “ez te ji bavê me re bibêjim nava me derxistîye” derdikeve li ser banê. Dema ku tê jêr dibîne ku Şîlan li ser kanepeyê direj bûyîye, fehm dike ku Şîlan hewl daye ku xwe bikuje.

Azad bi zor û bela xwişka xwe digihîne nêxweşxaneyê, peywirdaran ji wî ra nasnameyê Şîlanê dixwaze lê ji ber ku nasnameyê Şîlan di nava ew teşqele de, di malê de ji xwe bîr kirîye û negirtîye li cem xwe, ji vir vedigire, bi lez û bez xwe digihîne li malê. Dema ku di malê de digire nasnameyê, lênûskek evîndarê Şîlan daya wê dibîne.

Hem jii nava kurtefilmê hem ji navoreka wê pir eşkera ye ku ji arkaîke kurtefilmê çîroka netewî ya kurdan bi navê Pepûgê heye. Hezar xwezî çîrokeka kurdanî bi vê cureyî tunebûna!… Di çar alîye welatê me de cur bi cur varyantênê çîroka Pepûgê hene. Bi kurt û kurmancî çîroka Pepûgê ev e, jinek xwedî kurek û keçek dimire, li piştî mirana wî mêrê wê dêmarîyek tîne li malê, dêmarî qet ji zarokan hez nake, gelek tehda dike wan… Rojek tûrîkek bi qulî û xencerek dide zarokan û wan dişine kengerê. Rêya vegera li malê xwişk pêşde bira jî bi tûrikê ra paşde tê, li cîyekî xwişk dibîne ku tûrik vale ye… Ji birayê xwe ra dipirse “tu çima hemû kengeran xwarîye…” Bira jî dibêje, “min qet kenger nexwarîye, ku tu bawerîya min nakî bi vê xencerê zikê min qul bike, ka binerê min xwarîye an nexwarîye.” Xwişk bawerîya birayê xwe nake û zika wî qul dike lê tu kengerê nabîne, paşî dibîne ku tûrik bi qulê, fehm dike ku ketîye dehfika dêmarî. Li ber vê êşê ji Xwdê dixwaze bibe çûkekî…

Gelo vê çîroka bi kul û keser çawa bandora psîkolojî û ezatîya me kirîye û kesayatî û karekterê me çawa înşa kirîye? Bi min êşhezî, wendakirina şadwerîya û hezgeşîya jîyan, melankolîkbûna me gelek jî ji vê çîrokê tê. Wekî piranîya zarokên kurd ez jî bi vê çîrokê mezin bûn. Dema ku dapîra min an jî dayika min ji min ra vê çîrokê digot. Tê bîra min vê çîroka gelek bandora xirabê kirîbû, min ji ber vê çîrokê ez gelek diqehirim, vê çaxê bi dilê min bi bira û xwişkê gelek şewitî. Ji vir ve ji tevahîya civakê em dikarin bibêjin ku ev çîrok hem ji bo me bûye travmaya civakî hem jî ji struktur û fonksîyona ve gelek bandora xirabe kirîye û dike jî netewa kurd.

Çîrokek tirsnak û sawnak e. Çîrokek ewqas xirabê ku, hata ebedê edî tu tişt nayê guherandin, hata hatayê mehkuma encama ku bi ti hawî nayê guherandin û suçdarî ya ku qet ceza wî naqede, reşgirêdayîn û şîngirêdayînek her teze ye û dagirkirinek hata ebed dewam bike.
Nivîskar Îsmet Bor di malpera zazakî.netê (http://www.zazaki.net/haber/derheq-sanika-kek-de-2357.htm) de, bi nava Derheqa Sanika Kekû nivîsek sûdwer li ser analîzkirina çîroka Pepûgê de nivîsîye; ew çîrok çawa kodên, ezayatî, karekter û sosyolojîya netewa kurd dîyarkirîye û tarîx û konjektorê ku kurd tê de û çîroka Pepûgê çawa dişibin hev nîşane me didin. Em kurd her çîroka Pepûgê dijîn.

Her çiqas nivîsa Îsmet Borî ji zû de min xwendîbû jî fikra nivîsandina nivîsê, nivîsa wî di min de çêkir.

Di kurtefilmê de evîn kenger e, tûrik lênûsk e û dibe semedê bawernekirinê, îlaç jî xencer e, dêmarî; girtîbûna bav û ji bo serdanê bavê çûyîna dayik û zayenda civakî, ehlaq, ne demokratbûnê civakî ye. Ehlaq, zordarîya civakê nahêle ku le karekterên kurtefilmê evînê bi azadî bijîn. Neeşkere; bi veşartî û bi tirs jîyîna hezkirinê bi zayendê civakî û pederşahî ra têkildar e.

Çîroka Pêpugî her çiqas bi derve civakê ra têkildar bibe jî ewqas bi hundirê civakê ra jî têkildar e. Dêmarî tene bi derve ra na bi hundirê jî têkildar e. Dêmarî ji alîyek ve girtîbûna bav û ne desthilatdarîya wî ye ji alîyek din ve jî zayenda civakî, pederşahî û demokratnebûna civakî ye. Bira tê malê dema ku digere nasnameyê li heqiqatê dibîne: Heqiqat bawerîkirina hev e û çêkirina yekîtî ye.

Ku bav ne girtîgehê li vir bibûna, dibe ku hedîseyek bi vê rengî neqewiyama lê heke bav kesê ku pederşahî û paşverû bibûna bûyer bi şeklek din biqewimîyana wekî kuştina namûsê.

Kurtefilmê bi nekuştina xwişkê ne temamî tene qismek çîroka Pepûgê ji nû ve nivîsandîye û afirandîye. Xwişke nemirîye lê pirsgirêkan wan ku bûye sedemê vê bûyerê nehatina çareserkirinê. Bawerîkirina hev;çêkirina yekîtî, azadkirina bav û demokratbûn û pêşverûye wî û guherandin; demokratkirina û azadkirina civakî û têkşikandina ehlaq û zordarîya civakê ku nahêle em evînê bi azad bijî bi temamî tê watê jinûve nivîsandina çîroka Pepûgê.

Em bivegerîn çîroka Pepûgê, pirsek bikin, di çîrokê de xwişk bawerîya biraya xwe bikirîna hayî wan kiryarên qirêjên dêmarî hêbûna û bi vê xencerê zikê hev qul nekirina, ev xencerê di dilê dêmarîye rabikirina, netewa kurd ji gelek alîyan ve civakê cûda nebûna?

Gelo di navbera mît û netewa ku aîdê wî de têkilîyek çawa heye? Têkilîya mît û netew dişibe, têkilîya madde û tozê ye. Çawa ku madde ji hêla formê, mekan û zeman tê guherandin lê toza wî qet naguhere, her wekî xwe dimîne. Netew jî ji hêla form, mekan û zeman diguhere lê ji hêla mîte ve qet naguhere. Mirov dikarê bibêje ku mît tozên netew în.

Edebîyat, roman, şiîr, şano, resim,muzîk, sînema… yanî hunerî dikarin mîtan biguherin û ji nû ve biafirînîn. Qadek sînemaya kurdî divê bibe şikandin û ji nû ve afirandin mîtan bibe.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d