Kurtefilma Xerîbê Welatan a Murat Kılıç ji Gelek Alîyan ve Biproblem e

Nivîs: Welat Ramînazad

Di struktura kurtefilmên “Barê Giran” û “Çawerrê Debim” de şerê Sûrî û derketina holê DAÎŞê heye. Ev şerê bûye semedê ku ev kurtefilmê bên kişandin. Hêman struktur di kurtefilma “Xerîbê Welatan” de jî heye.

Kurtefilma Xerîbê Welatan a Murat Kılıç, 14. 49 ye.

Malbatekî kurd ji Surî (ne ji Binxetê; Rojavayê Kurdistanê) ji ber şerê koçî Tirkîye (ne Serxetê; Bakur), navçeyekî bajarê Xarpêtê dikin. Ji vê malbatî keçikekî dest bi çêkirina resîman xwe tê nasîn, li serê ev keçika behsa jîyana wê û malbata wê tê kirin. Mijara Xerîbê Welatan ji vir derdikeve.

Kurtefilma Xerîbê Welatan ji gelek alîyan ve bipirsgirek e. Di wê de kîjan pirsgirek hene? Di ev nivîsê de ez hewl bidim ku ji wan probleman hinekan nîşanê bidim.

Xerîbê Welatan ji kurtefilmê zêdetir wekî belgefilme ye. Nizanim derhênere çima Xerîbê Welatan wekî kurtefilmê pênase kirîye. Cîyawazîya kurtefilmê ji belgefilmê ev e ku di kurtefilmê de pevxistin heye lê di belgefilmê de tune ye. Belgefilm, divê pişta xwe bide rastî, hêman şeklê kurtefilmê jî divê pişta xwe bide rastî lê derhênerê kurtefilmê an jî hunerekî din bi pevxistinê hata ku bi rastî ra nekeve nakokî û hevnegirtin dikare mudaxaleyê rastî bikeve. Derhênerê belgefilmê nikare ti mudaxaleyî rastî bike; divê objektîf bibe.

Bi çavê kurtefilm an jî bi çavê belgefilm, qet ferq nake ku em bi kîjan çavê nêrîye Xerîbê Welatanî. Xerîbe Welatan hem wekî kurtefilm hem jî wekî belgefilmê bi rastî ra dikeve nakokî û hevnegirtin. Di temaşekirina Xerîbê Welatan de ev problema sereke xwe dide nîşanê; realîstnebûn û objektîfnebûna wî ye. Di têkilîya nêrîn û ditîn de derhênerê Xerîbê Weltan xwastîye çi bibîne ev tişt ditîye. Wî xwastîye îdeolojî û dinyabînê xwe di realê de bibîne.

Di kurtefilmê de giranî wekî diskora îqtîdara dewlata tirk, neoosmanî, ummetparêzî, antî-Esatî heye. Bitaybetî jî diskora îqtîdara dewlete tirk bi raya kurtefilmê tê meşrûkirin.

Nava kurtefilma bi kurdîya kurmancî Xeribê Welatan e, wekî Yeryüzü Garipleri hatîye tirkî wergerandin. Peyva welat bi tirkî ülke, memleket, vatan) wekî yeryüzü hatîye wergerandin. Em motamot werbigerînîn Ülkelerin Garipleri dibe lê derhênerê me ji bo çiroka kurtefilma xwe bihêz û zêdetir biumumî bike bi ve rengî wergerandîye lebêle nava Xerîbê Welatan û naveroka wê hev nagirin. Dema ku em Xerîbê Welatan temaşe dikin, em qet hejar, bêkes, xerîbê nabînin. Em malbatekî entegrebûyî dibînin.

Hem jî em di nava kurtefilmê de nakokîyan dibînin. Mînak di cîyekî kurtefilmê de yekî “ dibêje Tirkîye dewamê Împaratorîya Osmanîya bila Tirkîye hemwelatî bide me” di cîyekî din de jî dibêje,” bila şerê Sûrî xelas bibe, em ji xwe ra bivegêrîn li welatê xwe”.

Kurtefilmê bi rastî ra jî dikeve hevnegirtin. Piştî temaşekirinê filmê mirov dibêje qey ti problemê Sûrîyan nemaye û her tiştên xwe memnun în. Kesên ku nezan û bêhayî ev kurtefilmê temaşê bikin, di wan de ferasetekî xelet û nerastî çêbike. Piranîya Sûrîyanê ku rewşa ku tê de ne, jîyanê ku dijîn kuçik ne tê de ne, yên ku sûrîyan dîtîye kuçik nedîtî ye, Sûrî wekî însan neyên hesibandin!..

Hemwelatî Sûrî yen ku ev kurtefilmê temaşê bikin ez yeqin nakim sedî pençî xwe di vî de bibînîn, bibêjîn behsa çiroka me dike. Di têkilîya tîkel û tumelî an jî parçe û butunî de mînakekî ku em wekî tîkel an jî perça didin divê herî zêde bi butun an jî tumelî ra bikapsam bike, bigîre nava xwe. Wekî mînak Xerîbê Welatan bi kamsapkirina butunî xwe de gelek kêm û nimz dimîne.

Alîyên başê kurtefilmeyî daxwaza bi zimanê dayikê perwerde ra hêbû. Lê? Malbata ku ji Binxetê koçî Serxetê kirîye daxwaza bi zimanê dayikê perwerde, wan îfadekirin dayîn gelo çiqas rast e?

Di kurtefilmê de nasnameye kurdî hebû lê heqiqatê kurdanî tûnebû.

 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: