Kurtefîlmê “Aforoz” diçe li festîvalên fîlman ên Frensayê
Kurtefîlmê derhêner û akademîsyenê kurd Yilmaz Ozdîlî yê “Aforoz” ji bo festivalên fîlman ên nû hate hilbijartin û rêwîtiya xwe ya cîhanê didomîne. Kurtefîlmê bi Kurdî, wê di navbera dîrokên 14 û 28ê Adarê de, li Frensayê di bernameyên Festival Tout Court de Gisors û L’Europe autour de l’Europe: Festival de films européens de Parisê de bê nîşandayîn. “Aforoz” di hefteya borî de li çarçoveya Cinequest Film & Creativity Festivalê him rûbirû him jî bi awayekî onlineê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê.
“Aforoz” herî dawî ji bo beşa pêşbazî ya 15emîn Festîvala Fîlman ya Medyayê de (DYA), li 21emîn Festîvala Fîlman a Gundan ya Navneteweyî ya Aporia (Koreya Başur) û 6emîn Festîvala Fîlman ya Serbixwe ya Santanderê (Kolombîya), 32yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Muestrayê (Palenciaya Spanyayê), li festîvala xwedî li sertîfîkaya Oscarê, Cinequest Film & VR Festival (CQFF), ji bo beşa pêşbazîyê ya 33yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya The Digital Gate (Cezayîr) û 10emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî ya FOLCSê (New York, DYA) hate hilbijartin ku heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê.
“Aforoz”, di beşên pêşbirkên kurtefîlman ên 12emîn Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê û Festîvala Fîlman a CortoDinoyê de jî hate nîşandayîn û ji Festîvala Fîlman a Navnetewetî ya Montecatînîyê (Îtalyayê) ‘Xelata Mansîyonê’, li 9emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê Xelata ‘Kurtefîlmê Kurdî yê Herî Serketî’, li 12emîn Festîvala Fîlman a Cortodinoyê ‘Xelata Rêzgirtinê’ û li 12emîn Festîvala Fîlman aa Argoyê (Yewnanistan) Xelata Kurtefîlmê ‘Herî Serketî’ girtin.
Kurtefîlm, qala çîroka ciwanekî bi navê Ziko dike û ji Festîvalên Fîlman ên Gáldarê û SAMAyê Xelatên Lîstikvanê Baştirîn û Fîlmê Baştirîn girtin. “Aforoz”, heta niha li seranserê cîhanê ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên wekî Torino Underground CINEFEST, Selanîk, Montecatînî, Aesthetica, Armagnac, Porteqala Zêrîn, Middle East Now, Waterford, Tuzla û Festîvala Kurtefîlman a Musiqê ya Dublinê, 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Caprî Hollywoodê (Îtalya), 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sacramentoyê (DYA), 9emîn 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê, 12emîn Festîvala Kurtefîlman a Argoyê (Yewnanistan), 8emîn Hefteya Fîlman a Navneteweyî ya Sierrayê (Bolîvya) de û 13emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan ya Karamayê (Urdun) hate hilbijartin.
Yilmaz Ozdîl kî ye ?
Yilmaz Ozdîl di sala 1979ê de li Colemêrgê hate dinê. Ji beşa Rojnamegerî ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bûye û di beşa Sînema û Televîzyonê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Wanê weke erkedarê lêgerînê xebitîye. Di sala 2006ê de çûye li Frensayê û li CARELê hînî bi zimanê fransî bûye. Ozdîl, perwerdehîya xwe ya lîsansa bilind li Zanînega Sorbonneyê ya Pantheonê xelas kiriye û dûre di Zanîngeha Sorbonne Nouvelleyê de teza xwe ya “Avakirina Dîtbarî ya Nasnameyên Kurd di Sînemayê de amade kiriye û bûye doktorê sînemayê.
Yilmaz Ozdîl heta niha derhênerîya gelek belgefîlman kiriye û di projeyên fîlman de weke alîkarî derhênerê cih girtiye û kurtefîlmê wî yê “Barê Giran” Festîvala Fîlman a Cannes jî tê de di bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî de hate nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin. Ozdîl, li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê weke endamê hîndekarîyê dixebite. *
Sînemaya Serbixwe – www.sinemaserbixwe.com