Kurtefîlmê “Aforoz” ji New Yorkê xelata ‘Senaryoya Herî Serketî’ girt

Kurtefîlmê derhêner û akademîsyenê kurd Yilmaz Ozdîlî yê “Aforoz” rêwîtiya xwe ya festîvalan didomîne û hate ragihandin ku fîlm ji 10emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî ya FOLCSê (New Yorka DYAyê) xelata “Senaryoya Herî Serketî” girt.

Di hefteya yekem a Avrêlê de ragihandin ku kurtefîlmê bi Kurdî “Aforoz” ji bo beşên pêşbirk ên 6 festivalên fîlman ên Japonya, Îtalya, DYA Û Belçîkayê hatibû hilbijartin û herî dawî li beşa pêşbirk a 42emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê darket li pêşberî sînemahezan.

Kurtefîlm, ji bo beşa pêşbazî ya 15emîn Festîvala Fîlman ya Medyayê de (DYA), li 21emîn Festîvala Fîlman a Gundan ya Navneteweyî ya Aporia (Koreya Başur) û 6emîn Festîvala Fîlman ya Serbixwe ya Santanderê (Kolombîya), 32yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Muestrayê (Palenciaya Spanyayê), li festîvala xwedî li sertîfîkaya Oscarê, Cinequest Film & VR Festival (CQFF), ji bo beşa pêşbazîyê ya 33yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya The Digital Gate (Cezayîr) û 10emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî ya FOLCSê (New York, DYA), Festival Tout Court de Gisors û L’Europe autour de l’Europe: Festival de films européens de Parisê (Frensa) û Cinequest Film & Creativity Festivalê hate hilbijartin ku heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn û xelat girtin.

Kurtefîlmê “Aforoz”, di beşên pêşbirkên kurtefîlman ên 12emîn Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê û Festîvala Fîlman a CortoDinoyê de jî hate nîşandayîn û ji Festîvala Fîlman a Navnetewetî ya Montecatînîyê (Îtalyayê) ‘Xelata Mansîyonê’, li 9emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê Xelata ‘Kurtefîlmê Kurdî yê Herî Serketî’, li 12emîn Festîvala Fîlman a Cortodinoyê ‘Xelata Rêzgirtinê’ û li 12emîn Festîvala Fîlman a Argoyê (Yewnanistan) Xelata Kurtefîlmê ‘Herî Serketî’ girtin.

Kurtefîlm, qala çîroka ciwanekî bi navê Ziko dike û ji Festîvalên Fîlman ên Gáldarê û SAMAyê Xelatên Lîstikvanê Baştirîn û Fîlmê Baştirîn girtin. “Aforoz”, heta niha li seranserê cîhanê ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên wekî Torino Underground CINEFEST, Selanîk, Montecatînî, Aesthetica, Armagnac, Porteqala Zêrîn, Middle East Now, Waterford, Tuzla û Festîvala Kurtefîlman a Musiqê ya Dublinê, 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Caprî Hollywoodê (Îtalya), 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sacramentoyê (DYA), 9emîn 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê, 12emîn Festîvala Kurtefîlman a Argoyê (Yewnanistan), 8emîn Hefteya Fîlman a Navneteweyî ya Sierrayê (Bolîvya) de û 13emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan ya Karamayê (Urdun) hate hilbijartin. “Aforoz” bi piştgirîya Bernameya Piştgirî ya Çand û Hunerê ya Culture Civicê û Bernameya Ramana Sîvîl ya Yekîtiya Ewropayê ve hate kêşandin.

Yilmaz Ozdîl kî ye ?

Yilmaz Ozdîl di sala 1979ê de li Colemêrgê hate dinê. Ji beşa Rojnamegerî ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bûye û di beşa Sînema û Televîzyonê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Wanê weke erkedarê lêgerînê xebitîye. Di sala 2006ê de çûye li Frensayê û li CARELê hînî bi zimanê fransî bûye. Ozdîl,  perwerdehîya xwe ya lîsansa bilind li Zanînega Sorbonneyê ya Pantheonê xelas kiriye û dûre di Zanîngeha Sorbonne Nouvelleyê de teza xwe ya “Avakirina Dîtbarî ya Nasnameyên Kurd di Sînemayê de amade kiriye û bûye doktorê sînemayê.

Yilmaz Ozdîl heta niha derhênerîya gelek belgefîlman kiriye û di projeyên fîlman de weke alîkarî derhênerê cih girtiye û kurtefîlmê wî yê “Barê Giran” Festîvala Fîlman a Cannes jî tê de di bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî de hate nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin. Ozdîl, li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê weke endamê hîndekarîyê dixebite. *

Sînemaya Serbixwe – www.sinemaserbixwe.com 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir