Kurtefîlmê “Aforoz” ji Şîlîyê xelatên ‘Fîlmê Herî Serketî’ û ‘Derhênerê Herî Serketî’ girtin
Kurtefîlmê derhêner û akademîsyenê kurd Yilmaz Ozdîlî yê “Aforoz” ji 19emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rengoyê (Şîlî) xelatên ‘Fîlmê Herî Serketî’ û ‘Derhênerê Herî Serketî’ girtin. Fîlmên bernameya festîvalê di rojên 4-9ê mehê de derketin li pêşberî temaşevanên sînemayê.
“Aforoz” rêwîtîya xwe ya festîvalan didomîne ku herî dawî li 9emîn Festîvala Fîlman a CINEMISTICAyê (Granadaya Spanyayê) xelata ‘Kurtefîlmê Antropolojîk ê Herî Serketî’ girtibû. Kurtefîlm, di çarçoveya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hate nîşandayîn û ji bernameya 14emîn Festîvala Fîlman a Cerdanyayê (Spanya) ‘Xelata Rêzgirtinê’“, ji 8emîn Festîvala Fîlman a Luces Cameros Acciónê (Riojaya Spanyayê) xelata “Kurtefîlmê Baştirîn” û ji Festîvala Kurtefîlman a Oxfordê (Îngilîstanê) xelata ‘Lîstikvanê Herî Serketî’ girtin.
Senaryoya “Aforoz”ê (2022) jî Yilmaz Ozdîl bixwe nivîsîye û lîstikvanên Saman Mustefa, Tarik Akreyî, Nazmî Karaman Hunter, Atîye Ozdîl di fîlmê de lîstine. Kurtefîlm, bi piştgirîya Bernameya Piştgirî ya Çand û Hunerê ya Culture CIVICê û Bernameya Ramana Sîvîl ya Yekîtiya Ewropayê ve û li bajarê Bedlîsê hate kêşandin û qala çîroka ciwanekî bi navê Ziko dike. Gera festîvalên fîlman ya kurtefîlmê li seranserê cîhanê didome ku heta niha gelek xelat girtin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com