Kurtefîlmê “Aforoz” ji Spanyayê xelat girt
Kurtefîlmê derhêner û akademîsyenê kurd Yilmaz Ozdîlî yê “Aforoz” ji bernameya 14emîn Festîvala Fîlman a Cerdanyayê (Spanya) ‘Xelata Rêzgirtinê’ girt. “Aforoz” herî dawî ji 8emîn Festîvala Fîlman a Luces Cameros Acciónê (Riojaya Spanyayê) xelata “Kurtefîlmê Baştirîn” û ji Festîvala Kurtefîlman a Oxfordê (Îngilîstanê) xelata ‘Lîstikvanê Herî Serketî’ girtin, li bernameya 30emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Gûzîka Zêrîn a Edeneyê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Senaryoya “Aforoz”ê (2022) jî Yilmaz Ozdîl bixwe nivîsîye û lîstikvanên Saman Mustefa, Tarik Akreyî, Nazmî Karaman Hunter, Atîye Ozdîl di fîlmê de lîstine. Kurtefîlm, bi piştgirîya Bernameya Piştgirî ya Çand û Hunerê ya Culture CIVICê û Bernameya Ramana Sîvîl ya Yekîtiya Ewropayê ve û li bajarê Bedlîsê hate kêşandin û qala çîroka ciwanekî bi navê Ziko dike. Gera festîvalên fîlman ya kurtefîlmê li seranserê cîhanê didome ku heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hate nîşandayîn û xelat girtin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com