Kurtefîlmê “Aforoz” li Îtalyayê Xelata Mansîyonê girt
Festîvala Fîlman a Navnetewetî ya Montecatînîyê ji sala 1926ê û bi vir de li Îtaltyayê tê lidarxistin ku îsal di navbera 2-4ê Mijdarê de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê. Kurtefîlmê derhênerê kurd Yilmaz Ozdîlî ji festîvalê Xelata Mansîyonê girt.
Kurtefîlmê “Aforoz” ji aliyê derhêner û akademisyenê kurd Yilmaz Ozdîl ve hate nivîsîn û kişandin. “Aforoz” dê beşên pêşbirkên kurtefîlman ên 12emîn Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê û Festîvala Fîlman a CortoDinoyê de jî bê nîşandayîn. Kurtefîlm, qala çîroka ciwanekî bi navê Ziko dike û ji Festîvalên Fîlman ên Gáldarê û SAMAyê xelatên Lîstikvanê Baştirîn û Fîlmê Baştirîn girtin û heta niha li seranserê cîhanê ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên wekî Torino Underground CINEFEST, Selanîk, Montecatînî, Aesthetica, Armagnac, Porteqala Zêrîn, Middle East Now, Waterford, Tuzla û Festîvala Kurtefîlman a Musiqê ya Dublinê hate hilbijartin.
Yilmaz Ozdîl kî ye ?
Yilmaz Ozdîl di sala 1979ê de li Colemêrgê hate dinê. Ji beşa Rojnamegerî ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bûye û di beşa Sînema û Televîzyonê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Wanê weke erkedarê lêgerînê xebitîye. Di sala 2006ê de çûye li Frensayê û li CARELê hînî bi zimanê fransî bûye. Ozdîl, perwerdehîya xwe ya lîsansa bilind li Zanînega Sorbonneyê ya Pantheonê xelas kiriye û dûre di Zanîngeha Sorbonne Nouvelleyê de teza xwe ya “Avakirina Dîtbarî ya Nasnameyên Kurd di Sînemayê de amade kiriye û bûye doktorê sînemayê.
Yilmaz Ozdîl heta niha derhênerîya gelek belgefîlman kiriye û di projeyên fîlman de weke alîkarî derhênerê cih girtiye û kurtefîlmê wî yê “Barê Giran” Festîvala Fîlman a Cannes jî tê de di bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî de hate nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin. Ozdîl, li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê weke endamê hîndekarîyê dixebite. *
Sînemaya Serbixwe – www.sinemaserbixwe.com