Kurtefîlmê “Aforoz” wê li Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn bikeve pêşbazîyê

59emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn de îsal di navbera 1-8 meha Cotmehê de li dar dikeve ku endamên jurîyê yên beşên kurtefîlm û belgefîlman, û kurtefîlmên pêşbazîyê diyar bûne. Bernameya festîvalê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Antalyayê ve tê lidarxistin.

Kurtefîlmê derhênerê kurd Yilmaz Ozdîl ê “Aforoz” jî ji bo beşa Pêşbaziya Kurtefîlman a festîvalê hate hilbijartin û di lîstikvan Ezgi Mola, nivîskar, senarîst û derhêner Melikşah Altuntaş û derhêner-senarîst Nazli Elif Durlu di nav endamên jurîya beşa kurtefîlman de cih digirin. Derhêner-senarîst Ceylan Ozgun Ozçelik, derhênera belgefîlman Elîf Ergezen û derhêner Hîlmî Etîkan di nav endamên jurîya beşa belgefîlman de cih girtine.

167 kurtefîlm li bernameya festîvalê şandine û ji van fîlman 12 kurtefîlm ji bo beşa Pêşbazîya Kurtefîlman hatine hilbijartin. 52 belgefîlm li festîvalê rêkirine û ji van fîlman 10 belgefîlm ji bo Pêşbazîya Belgefîlman a Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn hatine bijartin. 

Kurtefîlmên dê bikevin pêşbaziyê:

Yilmaz Ozdil: “Aforoz”

Yagmur Misirlioglu:  “Bugun Degil”

Esme Madra: “Firtina”

Bariş Kefeli, Nukhet Taneri: “Ben Tek Siz Hepiniz”

Kasim Ordek: “Birlikte, Yalniz”

Ozgurcan Uzunyaşa: “Cehennem Boş, Tum Şeytanlar Burada”

Benhur Bolhava: “Koyun”

Emre Birişmen: “Kule”

Turan Haste: “Rutubet”

Charles Emir Richards: “Suriyeli Kozmonot”

Deniz Telek: “Suyu Bulandiran Kiz”

R. Hakan Arslan, Kerem Yukseloğlu: ”Tek Yon”

Belgefîlmên dê bikevin pêşbaziyê:

Mumin Bariş: “23 Sentlik Asker”

Somnur Vardar: “Boşlukta”

Ekin İlkbag, İdil Akkuş: “Duet”

Pinar Fontin: “Filmin Adi Ne?”

Murat Erun: “Hatice”

Mert Erez: “Iska”

Metin Dag: “KAF KAF”

Berna Gençalp: “Kim Mihri”

Hazar Uyar: “Plaza Koyluleri”

Behçet Guleryuz: “Seyirlik Bir Gariplik: Van Golu Canavari”.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: