Kurtefîlmê “Aforoz” wê li gelek festîvalên fîlman bê nîşandayîn

Rêwîtiya festîvalan ya kurtefîlmê derhênerê kurd Yilmaz Ozdîlî yê “Aforoz” didome. Kurtefîlm dê li bernameyên 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Caprî Hollywoodê (Îtalya), 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sacramentoyê (DYA), 9emîn 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê, 12emîn Festîvala Fîlman ya Argoyê (Yewnanistan), 8emîn Hefteya Fîlman a Navneteweyî ya Sierrayê (Bolîvya) de û 13emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan ya Karamayê (Urdun) bê nîşandayîn.

Kurtefîlmê “Aforoz” ji aliyê derhêner û akademisyenê kurd Yilmaz Ozdîl ve hate nivîsîn û kişandin. “Aforoz” di beşên pêşbirkên kurtefîlman ên 12emîn Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê û Festîvala Fîlman a CortoDinoyê de jî hate nîşandayîn û ji Festîvala ji Fîlman a Navnetewetî ya Montecatînîyê (Îtalyayê) ‘Xelata Mansîyonê’ girt.

Kurtefîlm, qala çîroka ciwanekî bi navê Ziko dike û ji Festîvalên Fîlman ên Gáldarê û SAMAyê xelatên Lîstikvanê Baştirîn û Fîlmê Baştirîn girtin û heta niha li seranserê cîhanê ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên wekî Torino Underground CINEFEST, Selanîk, Montecatînî, Aesthetica, Armagnac, Porteqala Zêrîn, Middle East Now, Waterford, Tuzla û Festîvala Kurtefîlman a Musiqê ya Dublinê hate hilbijartin.

Yilmaz Ozdîl kî ye ?

Yilmaz Ozdîl di sala 1979ê de li Colemêrgê hate dinê. Ji beşa Rojnamegerî ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bûye û di beşa Sînema û Televîzyonê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Wanê weke erkedarê lêgerînê xebitîye. Di sala 2006ê de çûye li Frensayê û li CARELê hînî bi zimanê fransî bûye. Ozdîl,  perwerdehîya xwe ya lîsansa bilind li Zanînega Sorbonneyê ya Pantheonê xelas kiriye û dûre di Zanîngeha Sorbonne Nouvelleyê de teza xwe ya “Avakirina Dîtbarî ya Nasnameyên Kurd di Sînemayê de amade kiriye û bûye doktorê sînemayê.

Yilmaz Ozdîl heta niha derhênerîya gelek belgefîlman kiriye û di projeyên fîlman de weke alîkarî derhênerê cih girtiye û kurtefîlmê wî yê “Barê Giran” Festîvala Fîlman a Cannes jî tê de di bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî de hate nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin. Ozdîl, li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê weke endamê hîndekarîyê dixebite. *

Sînemaya Serbixwe – www.sinemaserbixwe.com 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir