Kurtefîlmê Agnès Vardayê weke online hat vekirin
Derhêner, senarîst û wênekêşa navdar a cîhanê Agnès Varda yek ji pêşengên rêbaza “Pêla Nû” ya Fransayê ye. Agnès Varda, bi fîlm û belgefîlmên xwe yên wekî: “Cléo de 5 à 7″, “La Pointe Courte”, “Le Bonheur”, “Les Créatures”, “Daguerréotypes”, “L’une Chante, L’autre Pas”, “Sans Toit Ni Loi”, “Les Glaneurs Et La Glaneuse”, “Les Plages of Agnès” ve tê naskirin. Derhênera nemir, di jiyana xwe ya sînemayê de gelek fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlman jî tê de ji zêdetirî 50 fîlman kişandin û li gelek festîlvalên fîlman ên navneteweyî xelat girtin. Agnès Varda di dîroka 29’ê meha Adara 2019’ê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya ku di malpera Gazete Duvar’ê de cih digire, kurtefîlmê bi navê “The Little Story of Gwen from French Brittany” (2008) yê Agnès Varda, ji bo sînemahezan li ser Youtubeê weke online û bêpere hat vekirin. Di kurtefîlmê de Agnès Varda bi kamera xwe, hevala xwe ya Gwen Degliseyî dişopîne. Gwen Deglise û Agnès Varda di sala 1996’ê de li Parîsê hevdu naskirine û piştî vê dîrokê Deglise çûye li Los Angelesê. Gwen Deglise îro seroka kuratora ya American Cinematheque’yê ye.