Kurtefîlmê “Barê Giran” Kurtasîya Trajediya Neteweyekê

Di Duyemîn a Festîvala Kurtefilma Dostanî ya Navnetewîya Stenbolê de pênc fîlmên kurdî hatin nîşandan: “Barê Giran” (Der: Yilmaz Ozdîl), “Çawerrê Debem” (Der: Mihemed Şerwanî), “Xerîbê Welatan” (Der: Metîn Kilinç,) “Pantor” (Der: Tehsîn Ozmen) û “Bêdengî” (Der: L. Rezan Yûrtbaşi).  Min Bêdengî jixwe berî temaşe kirîbû, Pantorê min derfet nedît ku temaşê bikim. Barê Giran, Çawerrê Debem û Xerîbê Welatan, min di  festîvalê de temaşê kir. Fimên ku min di festîvalê de temaşe kir, li serê wan ez raman û hîsên xwe binivîsim.

Barê Giran, kurtefilmê yekem ê Yilmaz Ozdîl e, 17ê deqîqe ye.

Zemanê kurtefilmê, piştî şerê Sûrî ye. Mêrdîn wekî mekan di kurtefîlmê de hatiye bikaranîn.

Mîmarî, dîrok û dîmenên bajarê Mêrdînî bi serketî tê nîşankirin. Karekterê sereke bi devoka Colemêrgî diaxive, ên din bi piranî bi devoka Mêrdînîyan, ji alîyê Qoserî diştaxilin.

Di kurtefilmê de, temayên herî sereke; alîkarî, fedakarî, têkoşînerî û çareserî ne. Dîyardeyên wekî bêkarî, neçarî, sînor û trajedî, di kurtefilmê me de hatine proplematîzekirin.

Avdel bi kera xwe ra wekî karkerê paqijî, li şaredarîya Mêrdînê dixebite. Rojek dibêjin kera Avdel îxtîyar bûye û kera wî ji hêla şaredarî tê teqawidkirin. Kurtefilma xwe li serê vê diyardeyê struktura xwe ava dike. Çiroka kurtefima me ji vir derdikeve û dest pê dike. Teqawidkirina kera Avdel, di jîyana Avdel û malbata wî de serûbinîyek pêk tîne. Avdel bêkarî dimîne, di jîyana wî û malbata wî de şîdeta bêkarî dest pê dike. Îxtîyarbûna kerê di jîyana wî û malbata wî de dibe sedema neçarî, fikarî û tirsê…

Aliyê din xwişka Avdel û malbata wî, ji hêla din sinorê ji ber şerê revîyan e û hatine ev alîyê sinorê, xwe spartine mala birayê xwe û tê de bi cî bûne.  Ji ber vê hem barê Avdelî girantir bûye hem jî dîtîna kerekî nû ya ciwan; pere qezenckirin zêdetir ji wî ra mecburî û ferz bûye. Li rexmî hemû zehmetî û dijwarîyan Avdelî bêminetane xwedî xwişka xwe derketîye, her tiştî xwe bi wê ra parve dike û alîkariya wê dike.

Gavek berî gavekê Avdel ji bo ku bikare dewamê karê xwe bike, divê kerekî nû ya ciwan ji xwe ra peyda bike!…  Ji ber vê Avdel, kurê xwe Jîro û xwarzîye xwe Salih( Avdel xalê Salih lê binnîvîsa kurtefilmê bi tirkî wekî amca xelet hatîbû wergerandin) dest bi dîtina kerekî nû dikin.

Ji vir şunda em dibînin ku kurtefilma Barê Giranî tenê bi Mêrdînî ra têkildar nîne. Trajedî di nava trajedî de heye. Li binê trajedîya takekesekî de em trajedîya dîroka neteweyekî dibînîn. Trajedîya sinoran… Sinor, bi xwe sedema bingehîna trajedîye ye. Sinorê dibin sedema trajedîyayê bêdawîya neteweyekî.

Sinor bi xwe dibin sedemê ku Avdel nikare ji xwe ra kerekî ciwan peyda bike. Hem jî ji ber sinoran barê Avdel girantir dibin: Sinor tunebûn e, ji ber hebûna sînoran Avdel nikare bi rehetî û bêpirsgirêk ji xwe ra kerekî peyda bike. Ku şerê derneketana, xwişka Avdel xwe ne spartana malê birayê xwe, barê wê jî ewqas giran nebûbûna.

Trajedîya kurdan; çar parçekirina welatê wan û di nava perçeyan de sinor danîn e, li serê xakê xwe de ne subje ne obje bûne û ne xwedî û deshilatdarê welatê xwe bûyîn e.

Barê Giran, barê kurdan ê bêdewletî sembolîze dike. Avdel jî bi xwe temsîla neteweya kurd e. Yilmaz Ozdîl, herçend di nava parçeyan de sinor hatiye danîn jî di nava parçeyekî de guherînek çawa bandora parçeyên din dike û trajedîya kurdan di asta mîkro de nîşanî me dide û tîne li ber çavên me.

Nivîs: Welat Ramînazad

(Ev nivîs cara yekem di meha Rêbendana 2020ê de, di hejmera duyem a Fanzîna “Sînemaya Serbixwe” de hat weşandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: