Kurtefîlmê “Barê Giran” li Çînê xelateke din girt
Kurtefîlmê “Barê Giran” ku qala çîroka jiyanên barhilgirekî û malbata wî dike û ji aliyê derhênerê kurd Yilmaz Ozdîl ve hatiye nivîsandin û kişandin, li 10’emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Medyaya Nû ya Çînê xelata King Bonnê girt.
Kurtefîlmê “Barê Giran” ku ji aliyê derhêner û akademîsyenê kurd Yilmaz Ozdîl ve hatiye nivîsandin û kişandin, qala çîroka jiyanên balhilgirekî bi navê Avdel û malbata wî dike. Avdel, bi kerê xwe yê îxtiyar re karê barhilgiriyê dike û li malbata xwe dinêre. “Barê Giran” di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê û di gelek festîvalan de hate nîşandan û li 7’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê, 18’emîn Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Navneteweyî ya Stenbolê “!f İstanbul”, 17’emîn Festîvala Kurtefîlman a Behra Spî ya Tangera Fasê de Xelata Mezin û 19’emîn Festîvala Kurtefîlmên Ewropî ya Niceê û 20’emin Festîvala Kurtefîlman a Îzmîrê hate nîşandan û di gelek beşên pêşbirkan de xelat girtin.
Çavkaniya wêneyê duyemîn: https://instagram.com/ylmzozdil
Nûçe – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com