Kurtefîlmê “Barê Giran” li festîvalan bêne nîşandan
Kurtefîlmê “Barê Giran” ku ji aliyê Derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl re hatiye nivîsandin û kişandin, di meha Îlonê de, beşên pêşbazî yên çar festîvalên fîlman de bêne nîşandan.
Kurtefîlmê bi Kurdî “Barê Giran” di çarçoveya bernemayên; 7’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê (9-16’ê Îlonê). 18’emîn Festîvala Fîlmên Serbixwe ‘!f İstanbul’ (13-22’ê Îlonê). 17’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tîranayê (23-29’ê Îlonê). 17’emîn Festîvala Kurtefîlman a Deryaya Spî ya Tangierê (30’ê Îlonê û 5’ê Cotmehê, Morocco). de dê bê nîşandan.
Kurtefîlmê “Barê Giran” di 72yemîn Festîvala Navneteweyî ya Cannesê de, beşa berhevoka “Short Film Corner”ê de hatibû nîşandayîn.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com