Kurtefîlmê “Bêder” li ser platforma Youtubeê hate weşandin
Kurtefîlmê bi Zazakî “Bêder” (Serçenin İlk Adımı, 2020) ku ji aliyê derhênerê kurd Arîn Înan Arslan ve hatiye kişandin li ser platforma Youtubeê hate weşandin.
Di kurtefîlmê “Bêder” de lîstikvanên wekî; Hussein Hassan, Fatma Arslan, Rozana Kayir Çagan Kayir dilîzin û bi çêkerîya Arîn Înan Arslan Û Zulfîye Akkulak ve hate kêşandin.
Arîn Înan Arslan (Arinsu Arslan) di sala 1982yê de li Dêrsîmê hatiye dinê û di 2004ê de yekem kurtefîlmê xwe yê bi navê “Kırıntı”yê kişand. Di sala 2005ê de ji beşa Mamostetîya Kompûterê ya Zanîngeha Egeyê mezûn bû. Derhêner, bi kurtefîlmê xwe yê duyem “Sî û Ba” (2006) re li Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Tehranê xelata Kurtefîlmê Asyayê yê Baştirîn girt. Piştî çar salan, bi kurtefîlmê “Pera Berbangê” derket li pêşberî temaşevanên sînemayê ku mijara fîlmê li ser penaberîyê ye. Arslan, di sala 2017ê de derhênerîya belgefîlma “Anadolu Ninnileri”yê kir.*
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com