Kurtefîlmê bi Kurdî “Tercûme” ji Festîvala Fîlman a Mister Vorkyê Xelata Mezin girt
Kurtefîlmê bi Kurdî “Tercûme” yê rojnamevan û derhênerê kurd Omer Faruk Baranî, di dîrokên 22-16ê Pûşberê de beşdarî li Festîvala Fîlman Mister Vorkyê bû, ji bernameya festîvalê Xelata Mezin (Grand prix Award For One-Minute Film) girt.
Kurtefîlmê “Tercûme” ku ji aliyê Omer Faruk Baran ve hatiye kişandin li Festîvala Fîlman a Mister Vorkyê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji festîvalê Xelata Mezin girt ku ji bo fîlmên yek deqîqeyî didin. Li Festîvalê, Xelata Baştirîn Fîlmê Yek Deqîqeyî yê Sirbê jî dan li kurtefîlmê “Maramice” yê Lazar Bockonjayî. Festîvala Fîlman a Mister Vorkyê danasîna fîlmên yek deqîqî yên ji hemû parzemînan dike.
“Tercûme” heta niha di çarçoveya gelek bernameya festîvalên fîlman ên navneteweyî de hate nîşandayîn û ji gelek festîvalên fîlman xelat girtin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com