Kurtefîlmê “Çerx” diçe li Hindîstanê
6emîn Festîvala Fîlman a Folkloreyê Navneteweyî dê di dîrokên 1-5ê meha Rêbendana 2023yê de li Keralaya Hindîstanê bê lidarxistin. Kurtefîlmê derhênerê kurd Metîn Ewrî yê “Çerx” îsal wê di beşa pêşbirkê ya festîvalê de bikeve pêşbazîyê.
Kurtefîlmê bi Kurdî “Çerx” ji aliyê Metîn Ewr ve hate nivîsîn û kişandin ku heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn û pêvajoya festîvalan ya kurtefîlmê didome. “Çerx” li berhevoka fermî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tuzlayê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û bûbû yek ji nîv fînalîstên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mala Hunerê ya Batûmê (BIAFFê).
Kurtefîlmê “Çerx” qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salên 90an dike ku heta niha li seranserê cîhanê ji zêdetirî 75 festîvalên fîlman ên navneteweyî hate nîşandayîn û ji bernameyên van festîvalan ji zêdetirî 20 xelat girtine. Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Wisdom Treeyê ya Hindîstanê, Xelatên ‘Kurtefîlmê Baştirîn’, ‘Derhênerê Baştirîn’ û ‘Senaryoya Baştirîn’ girtibû, û ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên Nepal Culturel (Berhevoka Fermî), Three Acts of Goodness International Micro Film Contest (Nîv Fînalîst), MUFF, Golden Wheat Awards, Festival Internacional De Cine De Norte De Santander û Silver Greenê hatibû bijartin. “Çerx” di beşa Pêşbazî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antaqyayê de bûye yek ji kurtefîlmên fînalîst.
Kurtefîlm, li bernameyên 1emîn Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê (Mêrdîn) û 6emîn Golden Wheat Awardsê (Stenbol) hatibû nîşandayîn ku ji her du bernameyan fîlman xelatên “Kurtefîlmê Herî Serketî” girtibû.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com