Kurtefîlmê “Çerx” diçe li Koreya Başûr

Rêwîtiya festîvalan ya kurtefîlmê “Çerx”ê didome. “Çerx” dê di navbera dîrokên 15-29ê meha Berfanbara 2023yê de li bernameya 21emîn Festîvala Fîlmên Gundê ya Navneteweyî ya Aporiayê (Koreya Başûr) weke nîv-fînalîst bê nîşandan.

Kurtefîlmê “Çerx” herî dawî ji 14emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Napolî (Festival del Cinema dei Diritti Umani Napoli) “Xelata Balyozxaneya Swîsreyê” girt û hatibû ragihandin ku dê di 1-5ê meha Rêbendana sala 2023yê de li beşa pêşbirka Festîvala Fîlman a Folkloreyê ya Navneteweyî, li Keralaya Hindîstanê derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. “Çerx” ji aliyê derhênerê kurd Metîn Ewr ve hate nivîsîn û kêşandin ku heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn.

Kurtefîlmê “Çerx” qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salên 90an dike ku heta niha li seranserê cîhanê ji zêdetirî 75 festîvalên fîlman ên navneteweyî hate nîşandayîn û ji bernameyên van festîvalan ji zêdetirî 20 xelat girtine. Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Wisdom Treeyê ya Hindîstanê, Xelatên ‘Kurtefîlmê Baştirîn’, ‘Derhênerê Baştirîn’ û ‘Senaryoya Baştirîn’ girtibû, û ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên Nepal Culturel (Berhevoka Fermî), Three Acts of Goodness International Micro Film Contest (Nîv Fînalîst), MUFF, Golden Wheat Awards, Festival Internacional De Cine De Norte De Santander û Silver Greenê hatibû bijartin. “Çerx” di beşa Pêşbazî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antaqyayê de bûye yek ji kurtefîlmên fînalîst.

Kurtefîlm, li bernameyên 1emîn Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê (Mêrdîn) û 6emîn Golden Wheat Awardsê (Stenbol) hatibû nîşandayîn ku ji her du bernameyan fîlman xelatên “Kurtefîlmê Herî Serketî” girtibû û li berhevoka fermî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tuzlayê derketibû li pêşberî temaşevanên sînemayê û bûbû yek ji nîv fînalîstên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mala Hunerê ya Batûmê (BIAFFê).

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: