Kurtefîlmê “Çerx” ji bo du bernameyên festîvalên fîlman hate hilbijartin
Kurtefîlmê derhênerê kurd Metîn Ewr ê “Çerx” ji bo du bernameyên festîvalên fîlman hate hilbijartin. “Çerx” wê di navbera rojên 13-19ê Cotmehê de li 12emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê de û di meha Cotmehê de li 5emîn Festîvala Mostra de Cinema de Famayê bê nîşandayîn.
Senaryoya “Çerx”ê Metîn Ewr bi xwe nivîsîye. Kurtefîlm bûbû yek ji nîv fînalîstên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mala Hunerê ya Batûmê (BIAFFê).
“Çerx” li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Wisdom Treeyê ya Hindîstanê, Xelatên ‘Kurtefîlmê Baştirîn’, ‘Derhênerê Baştirîn’ û ‘Senaryoya Baştirîn’ girtibû, û ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên Nepal Culturel (Berhevoka Fermî), Three Acts of Goodness International Micro Film Contest (Nîv Fînalîst), MUFF, Golden Wheat Awards, Festival Internacional De Cine De Norte De Santander û Silver Greenê hatibû bijartin.
Kurtefîlm, herî dawî ji bo bernameyên 1emîn Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê (Mêrdîn) û 6emîn Golden Wheat Awardsê (Stenbol) hatibû hilbijartin ku ji her du bernameyan fîlman xelatên “Kurtefîlmê Herî Serketî” girtibû.
Kurtefîlmê bi Kurdî “Çerx”, qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salê 90an dike. “Çerx” heta niha li seranserê cîhanê, ji bo ji zêdetirî bernameya 75 festîvalên fîlman ên navneteweyî hatiye hilbijartin û ji van festîvalan ji zêdetirî 20 xelat girtine.
Ji bo agahî û bername: Kurdish Film Festival Berlin Mostrafama
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com