Kurtefîlmê “Çerx” li Ebullience Shortsê bû yekemîn
Kurtefîlmê “Çerx” yê derhênerê kurd Metîn Ewrî li Festîvala Fîlman a Ebullience Shortsê di beşa Kurtefîlmê Sosyal ê Baştirîn de bû yekemîn. Bernameya Festîvala Fîlman a Ebullience Shortsê her sal ji seranserê cîhanê fîlmên derhêner û senarîstên serbixwe tîne li pêşberî temaşevanan.
Kurtefîlmê bi Kurdî “Çerx” heta niha li seranserê cîhanê, ji bo ji zêdetirî bernameya 50 festîvalên fîlman ên navneteweyî hatiye hilbijartin û ji van festîvalan gelek xelat girtine. Kurtefîlmê Çerx, qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salê 90an dike.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com