Kurtefîlmê “Çerx” li Hindîstanê jî bi serket

Kurtefîlmê “Çerx” yê derhênerê kurd Metîn Ewrî li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Wisdom Treeyê, Xelatên ‘Kurtefîlmê Baştirîn’, ‘Derhênerê Baştirîn’ û ‘Senaryoya Baştirîn’ girtin.

Bernameya festîvalê, li bajarê Puneyê ya girêdayî parêzgeha Hindîstanê ya Maharashtrayê îsal cara yekemîn hate li darxistin, Ferhat Ertaş li festîvalê Xelata ‘Lîstikvanê Baştirîn’ û Omer Leventoglû jî Xelata ‘Pevxistina Baştirîn’ wergirtin.

Kurtefîlmê bi Kurdî “Çerx” heta niha li seranserê cîhanê, ji bo ji zêdetirî bernameya 60 festîvalên fîlman ên navneteweyî hatiye hilbijartin û ji van festîvalan 20 xelat girtine. Kurtefîlmê Çerx, qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salê 90an dike.

Ji bo agahî:

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: