Kurtefîlmê “Çerx” wê li Festîvalên Fîlman ên Antakya û Rising Sunê bê nîşandayîn

Pêvajoya festîvalan ya kurtefîlmê bi Kurdî “Çerx”ê didome û kurtefîlm, heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn. Hate ragihandin ku “Çerx” wê li Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî Antakyayê (Fînalîst, di navbera 14-20ê Cotmehê de) û Rising Sunê (Berhevoka Fermî, di 3-6ê meha Mijdarê de) bê nîşandayîn.

“Çerx” ji aliyê derhênerê kurd Metîn Ewr ve hate nivîsîn û kişandin ku heta niha li bernameya gelek festîvalên fîlman de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û bûbû yek ji nîv fînalîstên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mala Hunerê ya Batûmê (BIAFFê).

Kurtefîlmê “Çerx” wê li bernameyên Festîvalên Fîlman Navneteweyî yên Chelsea (Di navbera 13-16ê Cotmehê de), Visualis (13-16ê Cotmehê, Berhevok Fermî), li Festîvala Huner û Fîlman a Pembroke Taparelliyê (3-6ê meha Mijdarê, Berhevok Fermî) û li Festîvala Fîlmên Mafên Mirovan a Napolîyê/Festival del Cinema dei Diritti Umani di Napoli bê nîşandan (16-26ê Mijdarê, Berhevoka Fermî).

Kurtefîlm, qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salê 90an dike. “Çerx” heta niha li seranserê cîhanê, ji bo ji zêdetirî bernameya 75 festîvalên fîlman ên navneteweyî hatiye hilbijartin û ji van festîvalan ji zêdetirî 20 xelat girtine. li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Wisdom Treeyê ya Hindîstanê, Xelatên ‘Kurtefîlmê Baştirîn’, ‘Derhênerê Baştirîn’ û ‘Senaryoya Baştirîn’ girtibû, û ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên Nepal Culturel (Berhevoka Fermî), Three Acts of Goodness International Micro Film Contest (Nîv Fînalîst), MUFF, Golden Wheat Awards, Festival Internacional De Cine De Norte De Santander û Silver Greenê hatibû bijartin. (Hate Nûkirin)

Kurtefîlm, herî dawî ji bo bernameyên 1emîn Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê (Mêrdîn) û 6emîn Golden Wheat Awardsê (Stenbol) hatibû hilbijartin ku ji her du bernameyan fîlman xelatên “Kurtefîlmê Herî Serketî” girtibû.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: