Kurtefîlmê “Çerx” wê li gelek festîvalên fîlman bê nîşandayîn

Pêvajoya festîvalan ya kurtefîlmê “Çerx” didome. “Çerx” ji aliyê derhênerê kurd Metîn Ewr ve hate nivîsîn û kişandin ku heta niha di çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê. Hate ragihandin ku kurtefîlm li gelek festîvalên fîlman bê nîşandayîn.

Kurtefîlmê “Çerx” wê li bernameyên Festîvalên Fîlman Navneteweyî yên Chelsea (Di navbera 13-16ê Cotmehê de), Visualis (13-16ê Cotmehê, Berhevok Fermî), Kursaal (15-30ê Îlonê, Fînalîst) û li Festîvala Huner û Fîlman a Pembroke Taparelliyê (3-6ê meha Mijdarê, Berhevok Fermî) bê nîşandan.

Senaryoya “Çerx”ê Metîn Ewr bi xwe nivîsîye. Kurtefîlm bûbû yek ji nîv fînalîstên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mala Hunerê ya Batûmê (BIAFFê).

Kurtefîlmê bi Kurdî “Çerx”, qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salê 90an dike. “Çerx” heta niha li seranserê cîhanê, ji bo ji zêdetirî bernameya 75 festîvalên fîlman ên navneteweyî hatiye hilbijartin û ji van festîvalan ji zêdetirî 20 xelat girtine.

“Çerx” li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Wisdom Treeyê ya Hindîstanê, Xelatên ‘Kurtefîlmê Baştirîn’, ‘Derhênerê Baştirîn’ û ‘Senaryoya Baştirîn’ girtibû, û ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên Nepal Culturel (Berhevoka Fermî), Three Acts of Goodness International Micro Film Contest (Nîv Fînalîst), MUFF, Golden Wheat Awards, Festival Internacional De Cine De Norte De Santander û Silver Greenê hatibû bijartin.

Kurtefîlm, herî dawî ji bo bernameyên 1emîn Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê (Mêrdîn) û 6emîn Golden Wheat Awardsê (Stenbol) hatibû hilbijartin ku ji her du bernameyan fîlman xelatên “Kurtefîlmê Herî Serketî” girtibû.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: