Kurtefîlmê “Çerx” xelata Awards of Meritê girt
Kurtefîlmê bi kurdî “Çerx” yê derhêner Metîn Ewrî, li 19emîn Accolade Global Film Competitionê (Awards of Merit) li Amerîkayê Xelata Serketinê girt.
“Çerx” heta niha li seranserê cîhanê, ji bo bernameya 49 festîvalên fîlman ên navneteweyî hatiye hilbijartin û ji van festîvalan bi giştî 13 xelat girtine. Kurtefîlmê Çerx, qala jiyanên belavkerên rojnameyê yên salê 90an dike.
Hate ragihandin kurtefîlm, li 20emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ischiayê (Îtalya) cih digire ku di navbera dîrokên 25ê Pûşberê û 2yê meha Tîrmehê de, dê di beşa pêşbaziyê de derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com