Kurtefîlmê “Eksî Bîr” promîyera xwe dê li 46emîn Festîvala Kurtefîlman a Clermont-Ferrandê bike

Kurtefîlmê “Eksî Bîr” ji alîyê derhênerê kurd Omer Ferhat Ozmen ve hate nivîsandin û kêşandin ku pêvajoya festîvalan a fîlmê dest pê kir. Hate ragihandin ku “Eksî Bîr” promîyera xwe dê li beşa Pêşbirka Bingehîn a 46emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî Clermont-Ferrandê (Frensa) bike. Bernameya festîvalê dê di navbera 2-10ê Reşemîya 2024ê de bê lidarxistin û bi tevahî 64 kurtefîlm li festîvalê cî digirin.

Mufît Kayacan di kurtefîlmê “Eksî Bîr”ê de weke serlîstikvan cî girtiye û Aram Dildar, Cem Uslu, Devîn Ozgur Çinar, Elîf Gezgîn, Engîn Emre Deger, Erol Babaoglu, Fuat Onan, Nalan Kuruçîm, Senan Kara, Şukran Ozmen, Tarhan Karagoz, Tutku Erten tê de lîstine. Fîlm, bi çêkerîya derhênera kurd Rûken Tekeş re, bi çêkerîya hevpar a Denîz Eyuboglu Aydın, Alî Aga û Gizem Alpay ve û bi piştgirîya Wezareta Çand û Hunerê, Festîvala Kurtefîlman a Lumayê, bernameya Sîvîl Duşun a Yekîtîya Ewropayê ve hate kêşandin.

“Eksî Bîr” qala rêveberê apartmanekî dike ku dixwaze kirêdarên nû yên apartmanê bi hincetekê ji malên wan derbixe. Rêveberê apartmanê bawer dike ku bêhneke ji kirêdarên di jêrzemînê de dijîn tê, dixwaze ji şênîyên apartmanê îmze berhev bike û kirêdarên nû yên apartmanê bi hinceta bêhnê ji malên wan derbixe.

Omer Ferhat Ozmen kî ye?

Omer Ferhat Ozmen ji beşa Sêwirana Fîlman a Fakûlteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Marmarayê mezûn bû û ji sala 2014ê pê ve di sektora sînemayê de dixebite. Kurtefîlmên wî yên “Kasetîn B Yuzu” (2016), “Beyoglu Sînemasi” (2016), Işıklı Ayakkabi (2017), “Oteki Çocuklar” û “Nikilê Qirikê yê Xepirî” (Karganın Aşınan Gagası, 2018) li gelek festîvalên fîlman hatin nîşandayîn û ji gelek festîvalên fîlman ên neteweyî û navneteweyî xelat girtin.

Hevpeyvîna Mistefa Doğan a derhênerê xelatgir ê Festîvala Duhokê Ferhat Özmen re

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir