Kurtefîlmê “Ice Cream” hat weşandin
Kurtefîlmê xelatgir “Ice Cream” (Dondurma) ku di sala 2014’ê de ji aliyê derhênerê ciwan ê kurd Serhat Karaaslan ve hatibû kişandin û li bernameya gelek festîvalên fîlman derketibû li pêşberî sînemahezan ku li ser platforma Vîmeoyê hat weşandin.
Mijara kurtefîlmê bi kurdî “Ice Cream”ê, di meha havînê de li gundekî Wanê diqewime û qala çîroka zarokekî bi navê Rojhat (11) dike. Rojek li gundê wan bestenîforeşekî tê û çîroka Rojhatî bi li vir dest pê dike. Hûn dikarin lînka kurtefîlmê “Ice Cream” ji vir bigihînin.
Derhêner û senarîstê xelatgir Serhat Karaaslan, di meha îlona sala 2019’ê de yekem fîlmê metrajdirêj ê xwe yê bi navê “Görülmüştür” (Hatiye Dîtin) kişand. Fîlm, girtîgeheke li bajarê Stenbolê derbas dibe û çîroka memûrekî ku nameyên girtîyan kontrol dike, nîşan dide û li çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman derket li pêşberî sînemahezan. Derhênerê ciwan, bi kurtefîlmên xwe yên wekî; “Araf” (2009), “Beş Lira” (2009), “Bisqilêt” (2010), “Xwîn” (2010), “Musa” (2012), “Berfeşir” (2014) ve tê naskirin.
Ji bo agahî: http://www.kameraarkasi.org/yonetmenler/kisafilmler/dondurma.html
Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com