Kurtefîlmê “Ido” li ser weşanê ye

Kurtefîlmê “Ido” (2021) ji alîyê derhêner-lîstikvanê kurd Saman Mustefa ve hate nivîsandin û kêşandin, qala çîroka ciwanekî êzidî dike ku ji bo debara malbata xwe şîrê mihan difiroşe. “Ido” sala par ji bernameya 2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ‘Xelata Jurîyê ya Pêşbirka Kurtefîlman’ girtibû û niha li ser platforma Youtubeê hate weşandin.

Lîstikvanên Resuz Betasî, Muhemed Fakhîr, Shivan Abdî di fîlmê de lîstine. Kurtefîlmê “Ido” heta niha li çarçoveya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî hate nîşandayîn û xelat girtin.

Saman Mustefa, di gelek kurtefîlm û fîlmên metrajdirêj de weke lîstikvan cî girtine, bi kurtefîlmê “Aforoz” di meha Îlonê de ji Festîvala Kurtefîlman a Oxfordê xelata ‘Lîstikvanê Herî Serketî’ girtibû. Lîstikvan, herî dawî di fîlmê “Baghdad Messi” (2023) de lîst.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d