Kurtefîlmê “Muzîka li pişt sînoran” li ser weşanê ye

Kurtefîlmê bi Kurdî “Muzîka li pişt sînoran” ji alîyê Ekrem Yildiz ve hate kêşadin û senaryoya fîlmê jî rojnameger Murat Bayram nivîsîye. Kurtefîlm, ji bo demekê kurt li platforma Youtubeê li ser weşanê ye.

“Muzîka li pişt sînoran” bi çêkerîya Botan Internationalê û bi piştgirîya Koma Mafên Kêmneteweyan a Navneteweyî (MRIG) ve hatiye kêşandin. Kurtefîlm, di sala 1991ê derbas dibe û qala qedexeya muzîka Kurdî dike. Keçek û kurekê bûne evîndar û xwestine ku bi mûzîka Kurdî daweta xwe bikin, ji bo vê yekê jî çareserîyek dibînin.*

Kurtefîlm, li bajarên Amed û Mêrdînê hate kêşandin û muzîkên fîlmê jî muzîkvan Serdar Canan çêkirine. “Muzîka li pişt sînoran” ji bo demekê li ser Youtubeê weşandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir