Kurtefîlmê “Navber” li Sê Fîlmên Festîvalan de bêne Nîşandayîn

Rêwîtiya Festîvalên Fîlman a Navneteweyî yên Kurtefîlmê bi Kurdî “Navber” yê Derhênerê ciwan Kadîr Eman’ê didome. “Navber” di çarçoveya bernameyên sê Festîvalên Fîlman ên li Marmarîsê, Hindîstanê û Îngilistanê de bêne nîşandayîn.

Kurtefîlmê “Navber” ku ji aliyê Derhênerê Ciwan Kadîr Eman’ê re hatiye kişandin, di 15-20’ê Cotmehê de li bernameya Berhevoka Pêşandana 5’emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Marmarîsê de û di 15-17’ê Îlonê de Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Aashayê li Hindîstanê weke fînalîst û di 27-29’ê Îlonê de li 2nd Taste of Anatolia Films Forums Turkey li Îngilistanê di beşa Berhevoka Fermî de bêne nîşandan.

Yekem Kurtefîlmê “Baskên Şikestî” yê Derhêner Kadîr Eman’ê, di bernameyên gelek festîvalên fîlman de hatibû nîşandan û xelatan wergirtin û Derhênerê ciwan di gelek fîlman de weke Derhênerê Dîmen û Hunerê xebitine.

Ji bo agahî: http://www.kameraarkasi.org/yonetmenler/kadireman.html

Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: