Kurtefîlmê “Navber” wê li sê festîvalên fîlman bê nîşandayîn

Pêvajoya festîvalên fîlman ya kurtefîlmê bi Kurdî “Navber” yê derhênerê ciwan ê kurd Kadîr Eman’ê didome. “Navber” dê di çarçoveya bernameyên sê Festîvalên Fîlman ên li Marmarîsê, Hindîstanê û Îngilistanê de bê nîşandayîn.

Kurtefîlmê “Navber” ku ji aliyê derhênerê ciwan ê kurd Kadîr Eman ve hatiye kişandin û dê li sê festîvalên fîlman bê nîşandan. Kurtefîlm wê di 15-20’ê Cotmehê de li bernameya Berhevoka Pêşandan a 5’emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Marmarîsê û di 15-17’ê Îlonê de li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Aashayê li Hindîstanê weke fînalîst û di 27-29’ê Îlonê de li 2nd Taste of Anatolia Films Forums Turkey li Îngilistanê di beşa Berhevoka Fermî de bê nîşandayîn.

Yekem kurtefîlmê “Baskên Şikestî” yê derhêner Kadîr Emanî, di bernameyên gelek festîvalên fîlman de hatibû nîşandan û xelat wergirtin. Derhêner heta niha di gelek fîlman de weke derhênerê dîmen û hunerê xebitîne.

Ji bo agahî: http://www.kameraarkasi.org/yonetmenler/kadireman.html

Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: