Kurtefîlmê “Navnîşan” ji Holendayê bi ser ket
Kurtefîlmê derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildarî yê “Navnîşan” rêwîtiya xwe ya festîvalan didomîne. “Navnîşan” li 2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê (Holenda) xelata ‘Kurtefîlmê Herî Serketî’ girt û kurtefîlm herî dawî ji 42yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê xelata “Kurtefîlmê Herî Serketî” girtibû.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê îsal cara duyem di navbera dîrokên 12-14ê Gulanê de bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li dar ket ku gelek fîlmên bi Kurdî derketin li pêşberî sînemahezan. Derhêner Zahawî Senjawî bi belgefîlmê xwe yê “Imad’s Childhood” re xelata ‘Derhênerê Herî Serketî’ û derhêner Aram Dildar bi kurtefîlmê xwe yê “Navnîşan” re xelata ‘Kurtefîlmê Herî Serketî’ girtin. Fîlmê derhêner Alî Kemal Çinarî yê “Beriya Şevê”, fîlmê Kurdwin Ayubê yê “Sonne”, fîlmê Kazim Oz û Semîr Arslanyurekî yê “Elîf Ana” (Dayîka Elîf), fîlmê Husên Hesenî yê “Bûka Baranê”, belgefîlmê Elîf Yîgîtê yê “Ji Bo Edaletê”, belgefîlmê Aylîn Kuryel û Firat Yucelî yê “Wergerandina Ulyssesê” (Translating Ulysses), belgefîlmê Nejla Demîrcî yê “The Decree”, belgefîlmê Rahîm Zabihî yê “Holy Bread” jî têde gelek fîlmên Kurdî li bernameya festîvalê hatin nîşandayîn.
Kurtefîlm” heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn û ji Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê xelata “Kurtefîlmê Herî Serketî”, ji 13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê xelata “Derhênerê Hêvîder”, ji 23yemîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Îzmîrê xelata “Fîlmê Herî Serketî yê Sêyemîn”, ji 6emîn Festîvala Kurtefîlman a Guzel Ordûyê “Xelata Duyemînî” û ji 9emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Uşakê xelata ‘Muzîka Herî Serketî’ girtin.
“Navnîşan” li beşên pêşbazî yên 9emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê û 39. Festivala Kurtefîlman a Tehranê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji bo Berhevoka Pêşbazî ya 1emîn Festîvala Fîlman a Girê Miraza ya Rihayê hatibû hilbijartin. Pêvajoya festîvalan ya kurtefîlmê didome.
Aram Dildar kî ye?
Derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildar, di sala 1990ê de li bajarê Êlihê (Batman) hate dinê û di gelek komên şanoyê de cih girt. Li beşa Radyo, TV û Sînemayê ya Zanîngeha Marmarayê xwend, bi fîlmê “Press” (2010) cara yekem di fîlmekî metraj dirêj de lîst, derhênerîya kurtefîlmên; “Binevş” (2009), “Da”(2015), “Hazirîyek Bo Derengmayînê” (2018) kirin, di hin fîlman de weke alîkarê derhênerê xebitî. Derhêner, di gelek televîzyonên netewî û neteweyî de derhênerî û alîkarê derhênerîya bernameyan kirine. Dildar, di fîlmên “Mûsa” (2012), “Adem Başaran” (2013) û “Biryareke Zor” (2017) de lîstin, fîlmên wî beşdarî li bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî bûn.*
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com